ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Kanûna 2017'an.
- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên meşandin wê bên şopandin.
- Parlamentera HDP'yî Meral Daniş Beştaş, ji ber ku wêneyên hevlaên xwe yên parlamenter ên bi rengekî girtî tên darizandin û hê cezayê li wan nehatiye birîn par ve kiriye, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" kete ber lêpirsînê.
- Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li pîrozbahiyeke sala 40. ya PKK'ê axivî û got, "Divê gelê me, ji bo sala 40'î ya PKK'ê bike sala azadiya Serok Apo, seferber bibe."
- Endama Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Umît Asiye Demîr destnîşan kir ku rêjeya îstîsmara zarokan di nava 10 salên dawî de 700 ji sedî zêde bûye.
- Bendên kontrolê yên bi hinceta ewlekariyê li ser rêya Wan-Colemêrgê hatine danîn, bi serma û seqema zivistanê re tehdeyeke mezin li welatiyan dikin. Rêwî neçar dimînin ku di vê serma zivistanê de bi saetan li bendên kontrolê bisekinin.