ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê diyar kirin ku di dema şewbê de zexta li ser wan zêde bûye û ragihandin, ku ji bo hişyarkirinê wê dest bi çalakiyan bikin.
Gerîlaya YJA Starê Avaşî Varto destnîşan kir, têkoşîna gerîla ya jinê ku li ser xeta Zîlan û Bêrîtan mezin bûye, tecrûbeyeke xurt afirandiye û got, "Ev tecrûbe û nirx têra me dikin, ji bo em bi ser bikevin."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn ku di 27'ê Mijdarê de ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, wê 11'ê Hezîranê roja Pêncşemê li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bê bîranîn.
Ji DYE'yê heta Brîtanyayê, li gelek welatan nerazîbûna li peykerên mêtingerên sedsala 19'an û 20'an zêde dibe.
Li gorî lêkolînekê ya li DYE'yê hate kirin, şewba vîrûsa koronayê ku tê gotin meha Kanûnê der bûye, dibe ku ji meha Tebaxê û pê ve belav bûye. Rayedarên Çînî bi tundî li ber van îdîayan rabûn.