ROJEVA 10'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Niyîm Nefe Hûıbeyt jineke Ereb e û li Tebqayê ye. Dibêje, tevî ku ditirsiya jî ji YPJ'ê cesaret werdigirt û 8 jinên Êzidî ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir.

Zîlan Ciwanro, ku xalê wê zext lê dikir ji bo evlî nava DAÎŞ'ê bibe, tevî du kûzenên xwe tevlî nava refên YRK'ê bû. Zîlan Ciwanro ji ANF'ê re qala çîroka xwe ya tevlîbûna li nava YRK'ê kir.

Kurdistan ku dergûşa şaristaniyê ye, bi biharê re xemilî. Bi xemla xwe ya rengîn û ava xwe ya zelal her kesî dike heyranê xwe.

Bêdarhiştina Amazonan di navbera mehên Çile û Nîsanê de gihîşt asta herî bilind.

Li bajarê Vîsakhapatnam ê Hindistanê, felaketa ku ji ber gaza ji ber şîrketa LG Polymers çû rû da, bi çalakiyekê hate şermezarkirin.