ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Çileya 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Çileya 2020'an.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî wê wê werin şopandin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de sedemên bingehîn ên pirsgirêkên li herêmê, projeyên derketina ji nava krîz û kaosê pêşkêş kir.
Parlamentera HDP'ê û hiqûqnas Meral Daniş Beştaş di mijara eşkerenekirina Komkujiya Parîsê de bal kişand ser hevkariya Tirkiye û Fransayê.
Sê wezîrên Swêdî ku der barê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê agahiyên şaş dan raya giştî, radestî Dîwana Bilind hatin kirin.
Bi ketina balafira Boeîn 777 a li Îranê re karesatên balafiran ên dewletan bi xwe xistin ji nû ve ketin rojevê. Ji sala 1973'an ve zêdeyî hezar sivîl di van karesatan de jiyana xwe ji dest dan.