ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Çileya 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- Li Tirkiyeyê hat qedexekirin ku nûçeya ajansa me ya bi navê "Rêveberên MÎT'ê axivîn" û nûçeyên din ên li ser rêveberên MÎT'ê bên weşandin.

- Endama Meclîsa PAJK'ê Hêlîn Ûmût got, "Têkoşîna jinê ya li ser xeta Sara belav dibe, hemû jinan digire nava xwe û mezin dibe."

- Şervanên YPG'ê ku bi moral, stran û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û YPG'ê şer dikin, sira têkbirina DAÎŞ'ê radixin pêş çavan.

- Pêngava Bagera Cizîrê bi mehan e li nava çolê di nava zor û zehmetiyên giran de bê navber dewam dike. Koma hawanê ku li eniya şer sekn pê nabe, xem û moralê hemû şervanan e.

- Yek jê fermandarên YJA Star Hêzil Ozgur bersivê pirsên me yên der heqê têkoşer Sakîne Cansiz, bi nasnavê xwe Sara. Hêzil Ozgur got, "Serokatî carna mînak dida û digot; 'eger hûn bixwazin PKK'ê nas bikin li van hevalan mêze bikin hûnê fêrî PKK bibin'. Yek ji wan hevalan jî hevrê Sara ye."