ROJEVA 1'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Çalakiyên meşa dirêj ên di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' li Ewropayê têne lidarxistin, wê bêne şopandin.
- Remy Paganî anî ziman ku şerê li dijî gelê Kurd tê kirin ji şerê Îsraîlê yê li ser Xezeyê cuda nîne û got, "Dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd sûcê şer dike. Çareserî bi diyaloga siyasî ye, ev jî bi azadiya Ocalan dibe."
- Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan got, bi serketinê, bi qezençkirina şaredariyan ew ê bersivê bidin fen û fûtên AKP-MHP'ê.
- Ahmet Yilmaz birayê girtiyê siyasî Vefa Yilmaz anî ziman ku birayê wî ji Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê sirgûnî Tîpa S a Samsûnê hatiye kirin û got, li ber deriyê girtîgehê lêgerîna tazî li kekê wî hate ferzkirin û li wî xistin.
- Newaya Jin bi manşeta 'Li Îmraliyê dem li ser azadiyê hatiye eyarkirin' hate weşandin. Ji têkoşîna li dijî komploya navneteweyî heta bi bûyerên rojane gelek mijar hatin nirxandin.
- Hevserokê DBP'ê Bayindir anî ziman, desthilatdariya ku li hemberî têkoşîna demokratîk xitimî ye, mekanîka darbeyê bi kar tîne û got, ji ber vê yekê ew bi israr li ser çareseriya pirsgirêka Kurd disekinin.