ROJEVA 1’Ê SIBATA 2020’AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1’ê Sibata 2020'an.

Meşa dirêj a ji bo protestokirina salvegera 21’emîn komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Elmanyayê wê were şopandin.

-Parlementerê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran bal kişand ser bikaranîna dermanên çandiniyê û got ku “Ev ne derman e, jehr e. Em li dijî bikaranîna van jehran in.”

-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê geşedanên derbarê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk were şopandin.

-Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB’ê Dogan Hatûn derbarê bendavên li Kurdistanê axivî û got ku “Ev bendav him dîrokê û him jî ekolojiyê xerab dike.”

-Xizmên windayan wekî her Şemî wê îro jî ji bo windayan çalakiyan li dar bixin.

-Li Brîtanyayê hikumet û beşeke gel derketina ji Yekîtiya Ewropayê pîroz kirin. Tê payin ku malîyeta Brexitê heta dawiya salê bibe 200 milyar sterlîn.

-Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku artêşa Emerîkayê biryara qedexekirina mayinên antî-personel rakiriye.