ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Kanûna 2017'an.
- Operasyona Bagera Cizîrê ku ji bo rizgarkirina Dêra Zorê tê meşandin wê bê şopandin.
- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê îro hilbijartina 'meclîsên herêmî' tê kirin.
- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan qala şervan û fermandarên li Kurdistanê bûn efsane kir.
- Malbata Gulo ya ji 5 xwişk û birayan pêk tê, 13 zarokên wan tevlî nava refên gerîla bûne. 8 ji wan şehîd bûne. Ehmed Gulo dibêje, "Em bi wan serbilind in, ku tevlî nava refên PKK'ê bûne."
- Serokatiya Daîreya Karên Kanalîzasyon û Avê ya Wanê (VASKÎ) ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku bi destê qeyûm hatiye desteserkirin, bê navbera karkeran ji kar derdixîne.
- Gerîla Medya Doz qala pirtûka xwe ya dawî 'Yollarin da kalbî var' (Dilê rê jî heye) kir û got, gerîla di nava her şert û mercî de hunera xwe ya afirîneriyê bi kar tînin û berheman hildiberînin.