ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2021'Ê
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Kampanya "Em xwe diparêzin" a ku ji aliyê TJA'yê ve ji bo 4 mehan hate destpêkirin, bi karên cihêreng dewam dike.
Gerîlaya YJA Starê Dîrok Cûdî ku berê pêşmerge bû, bal kişand ser zîhniyeta PDK'ê ya ku îradeya jinê ji nedîtî ve tê û got, "PKK tevgera mirovahiyê ye. Her kesên ku dixwazin azad bibin û azadiya gelan dixwazin, divê berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê."
Hevserokê PJAK'ê diyar kir ku eger dewleta Îranê guhertinên pêwîst neke wê mehkûmî hilweşînê be û got, "Hewldana ji bo serketina pêngava me, kabûsa rejîmê ye."
Fermandara Giştî ya YJP'ê Newroz Ehmed destnîşan kir ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve ew bi hêzeke xurtir, bi biryardarî û îradeyeke qewîntir dest bi sala 2021'ê dikin.
Gerîla, dema ku ji ber ewlekariyê nikarin tevbigerin, pirtûkan dixwînin, perwerdeyê dikin û li gel vê yekê jî diyariyan ji bo hevalên xwe amade dikin. Tizbiya ji libên kizwanan jî yek ji van diyariyan e.
Amediyan sala 2020'î nirxandin û diyar kirin ku bendewariya wan a ji sala nû jî bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê û pêkhatina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ye.
Rojnameya Newaya Jin ku hejmara wê ya Çileyê bi manşeta "Em ber bi têkoşîna we ve diherikin" derket, komkujiyên Parîs û Silopiyayê vedibêje.