ROJEVA 17'Ê ADARA 2018'AN

17 Adar 2018, rojeva Navenda Nûçeyan

-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

-Li Bakurê Sûriyê operasyona li dijî DAÎŞ’ê û geşedanên bi vê girêdayî wê werin şopandin.

Geşedanên derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê wê werin şopandin.

-Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Karasû, li ser îdîaya ku dewleta Tirk ku wê Qendîlê dagir bike operasyonên Zapê û Çelîkê bi bîr xist û got, ‘’PKK berdel dide lê teslîm nabe’’.

-Kurdistaniyên li Ewropayê Newroz pîroz kirin. Li tevahiya Elmanyayê Newroz li Hambûrgê wê bi rengekî girseyî were pîrozkirin.

-Malên Colemêrgê ku di mîmariya Colêmêrgê de xwedî cihekî girîng in, heta niha ti xebateke parastin û restorasyonê ji bo wan nehatibû kirin ji hêla dewleta Tirk ve yek bi yek têne hilweşandin.

-Daristana Kobanê ku ji hêla Şaredariya Edremîtê ya DBP’ê ve beriya beriya bi du salan hatibû vekirin bû mijara lêpirsînê. Di ewraqa lêpirsînê de, ku li ser 19 endamên meclîsa şaredariyê hatî vekirin, hate îdîakirin ku navê Kobanê bi fermana KCK’ê li daristanê kirine.