Rojên Fîlmên Kurd ên Viyanayê destpê dikin
Rojên Fîlmên Kurd ên Viyanayê destpê dikin
Rojên Fîlmên Kurd ên Viyanayê destpê dikin
Rojên Fîlmên Kurd ên du salan carekê li paytexta Awûstûrya Viyanayê tên lidarxistin, di 4-9'ê Kanûnê de destpê dikin.
Rojên Fîlmên Kurd ên Viyanayê, ji sala 1999'an û vir ve di festîvala bi navê "Serçava" de fîlm û dokûmanterên bi giranî li ser Kurdan nîşan dide.
Rojên Fîlmên Kurd ku ji aliyê Konseya Civaka Kurd a Demokratîk li Awûstûryayê (FEYKOM) ve tê organîzekirin, îsal di navbera 4-9'ê Kanûnê de tê lidarxistin.
Organîzatorên Rojên Fîlmên Kurd dan xuyakirin ku Awûstûryayî eleqeyeke mezin nîşan didin. Fîlm wê li Viyanayê li Stadtkino û Filmhauskino werin nîşandan. Agahiyên berfireh ên li ser Rojên Fîlmên Kurd ji ser malpera www.sercava.net dikarin bên peydakirin.
Di Rojên Fîlmên Kurd ên Serçava de wê ev fîlm werin nîşandan:
04.12.2014 Vekirin
19:30: Name ji Kral re (Letter to the King)
05.12.2014
Saet: 19:00 Şiyar ê Ciwan (Der Junge Siyar)
21:00 Zone Ma Koti yo
06.12.2014
Saet: 19:00 The Silent Revolution
21:00 Warê min ê Îsotê Şêrîn (My Sweet Pepper Land)
07.12.2014
Saet: 19:00 Hêvî
21:00 Fecira
08.12.2014
Saet: 19:00 Risse im Beton
21:00 Ece Cream
09.12.2014
Saet: 19:00 Bêkas
21:00 Klama Dayika Min