Rojda Amed: Dem dema xwedîderketina li nirxan e

Rojda Amed destnîşan kir, her mirovên xwedî wijdan divê tevlî pêvajoyê, tevlî berxwedanê bibe û got, "Baş tê zanîn, wijdan pîvana têkoşînê ye. Eger em xwedî li nirxên têkoşîna xwe derkevin hingî em ê dijmin lawaz bikin."

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rojda Amed bi wesîleya şehîdên meha Gulanê ji ANF'ê re axivî.

Rojda Amed diyar kir, şehîdên meha Gulanê di reya azadiyê de pêşiya her şoreşgerî ronî dike û got, "Meha Gulanê ji bo me xwedî wateyeke gelekî mezin e. Pêşengên me yên leheng di wê mehê de gihîştine asta şehadetê. Di şexsê kadroyên kadroyên pêşeng ên tevgera me Hakî Karer, Halîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Mizgîn de, hevalên Zulkuf, heval Medya, Zehra û şehîdên meha Gulanê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Di heman demê de di şexsê hevrê Îbrahîm Kaypakkaya û Denîz Gezmîş de şehîdên şoreşê hemûyan bi minet bi bîr tînim."

'ZINDAN HÎN JÎ QADEKE HEBÛNÊ YE'

Rojda Amed bal kişand ser cihê girîng ê dîroka zindanan li nava tevgera azadiyê ya Kurd û got, "Dijmin ji roja destpêkê heta vê serdemê xwest, kadroyên pêşeng ên tevgera me li zindanan bifetisîne, tine bike. Di şexsê wan de xwest PKK'ê tasfiye bike. Her wiha di şexsê wan de xwest, nêrîn û fikrên Rêber Apo tasfiye bike û ji bo vê jî bi her rê û rêbazê êşkence kirin.

Hovîtiya herî mezin li zindanan kir. Lê belê Çaran bi pêşengiya hevrê Ferhat Kûrtay, li dijî êrîşan bi bedena xwe çalakî pêk anîn û nîşan dan ku nêrîn û ruhê me yê azad tine nabe. Ji ber vê yekê, dîroka zindanan di nava dîroka partiya me de xwedî cihekî taybet e."

Rojda Amed destnîşan kir, eger berxwedana li zindanan nebûya tevgera PKK'ê nedigihîşt vê astê û diyar kir, "lewma dîroka zindanan ne tenê ji bo tevgera me, ji bo gelê me jî xwedî girîngiyeke mezin e."

BERXWEDANA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ RÊ LI BER PÊNGAVEKE DÎROKÎ YA BERXWEDANÊ VEKIR

Rojda Amed dijwariya pêvajoya heyî bi bîr xist û got, "Em di pêvajoyeke giran de ne û li dijî êrîşên berfireh berxwedanek heye. Di serî de Leyla Guven, Nasir Yagiz, Fadîle Tok, mirovên me yên welatparêz ên li gelek herêmên Kurdistanê û hevrêyên li zindanan bi xurtî li ber xwe didin. Wekî din du komên ku her yek ji wan ji 15 kesan pêk tê, hevrêyên me yên li zindanan dest bi rojiya mirinê kirine. Bêguman ev berxwedan ji bo me gelekî bi wate ye û bi wesîleya vê yekê berxwedêran silav dikim. Bi pêşengiya hevala Leyla Guven me dest bi pêvajoyeke nû kir û ber bi berxwedaneke mezin gav avêt. Ji ber ku tecrîdkirina Rêberê me hate şidandin û êdî ne tevgera me ne jî gelê me dikare xwe lê rabigire.

Rêberê me li zindanê ye û divê azad bibe. Berxwedana li zindanan, li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê me, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê ye, lewma em piştrast in ku wê bi ser bikeve. Dijmin êrîşên xwe çiqasî giran bike, em ewqasî xurt dibin."

DAYIK BANG LI WIJDANÊ MIROVAHIYÊ DIKIN YÊ LAL BÛYE

Rojda Amed bal kişand ser çalakiyên dayikan û êrîşên polîsên Tirk ên li dijî dayikan û got, "Em dibînin ku dayikên me ji bo Rêbertî û zarokên xwe dadikevin qadan û li dijî neheqiyê dengê xwe bilind dikin. Dengê wan li tevahiya dinyayê belav dibe. Ji bo çi dengê xwe bilind dikin? Ji ber ku rejîma faşîst zilmê li wijdanê mirovahiyê dike û dibêjin, 'Em Kurd ne Kurdên berê ne, em ne mirovên nezan in, em bi Rêber Apo re zane bûn, bi wî re hene, bi wî re dijîn'. Ji ber vê berxwedanê em dayikên xwe bi rêzdarî û minetdarî silav dikin. Em zanin ku dayikên me nirxên me yên herî mezin in."

Rojda Amed diyar kir, destên dirêjî dayikan, dirêjî nirxan dibin divê teqez bên şikandin û destnîşan kir, gerîla wê heta dawiyê xwedî li berxwedana dayikên xwe derkevin. Rojda Amed got, "Divê gelê me xwedî li Rêber Apo, xwedî li nirxên xwe derkeve. Ji ber ku dem dema xwedîderketina li nirxan, li xaka xwe ye. Dema xwedîderketina li Rêbertî û nirxan e, xwedîderketina li şehîdan e."

Rojda Amed destnîşan kir, her mirovên xwedî wijdan divê tevlî pêvajoyê, tevlî berxwedanê bibe û got, "Baş tê zanîn, wijdan pîvana têkoşînê ye. Eger em xwedî li nirxên têkoşîna xwe derkevin hingî em ê dijmin lawaz bikin."