Rojbûna Ocalan û salvegera damezrandina PJAK'ê hatin pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Partiaya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li paytexta Swêd Stockholmê duh êvarê hatin pîrozkirin.
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Partiaya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li paytexta Swêd Stockholmê duh êvarê hatin pîrozkirin.
Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî pîrozbahiyê bûn. Wêneyekî mezin ê Ocalan û wêneyên gerîlayên PJAK'ê yên şehîd bûne bi dikê ve hatin kirin û find hatin vêxistin.
Bi navê KODAR'ê Ehwen Çiyako axivî û diyar kir ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna felsefe û bîrdoziyekê ye. Çiyako destnîşan kir ku ev felsefe bi demê re derket derveyî sînorên Kurdistanê û gerdûnî bû.
Çiyako bi bîr xist ku 4'ê Nîsanê her wiha salvegera damezrandina PJAK'ê ye û got, PJAK a ku li Rojhilatê Kurdistanê ava bu ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo hemû gelên Îranê û hindikahiyan bû çavkaniya îlham û moralê.
Çiyako piştî ku axaftina xwe qedand ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser berxwedana Efrînê ya. Çiyako diyar kir ku ji roja destpêkê ve ew destekê dide berxwedana Efrînê, ew xwe weke beşek ji berxwedana Efrînê dibînin û destnîşan kir ku heta dagirkeriya li Efrînê biqede wê piştgiriya xwe ya bi gelê Efrînê re bidomînin.
Piştî axaftina Çiyako, Kurdistanî li ser stranên hunermend Omîd Mûhammed û Sîdar, govend gerandin.
Dûre Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal peyivî û anî ziman ku ew 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan weke mîladekê dibînin. Kartal diyar kir ku ew pê bawer in; wê paradîgmaya azadîparêziyê ya Ocalan ku ji bo gelan, bawerî û zayendan afirandin, bi ser bikeve.
Parlamenterê Mûşê yê HDP'yî Ahmet Yildirim jî da xuyakirin ku ji bo aştiyeke mayinde Ocalan lîdereke ku dikare bi roleke girîng rabe.
Yildirim bang li Kurdistaniyan, demokratan û parêzvanên mafên mirovan kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hewl bidin.