BI DÎMEN

Rojbûna Ocalan tê pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bensheîm ê Elmanya û paytexta Rûsya Moskova û paytexta Danîmarka Kopenhagê hate pîrozkirin.

 

 

MOSKOVA

Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn, sala 68'an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Pîrozbahiya 4'ê Nîsanê bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê-Viyan li Navenda Çanad Kurd pêk hat û tevî nûnerên saziyên Kurdan gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Alîkara Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê Elmasta Cemşîd li vir axivî û diyar kir, 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd mîladek e.

Cemşîd destnîşan kir, ku ew di heman demê de salvegera hebûna xwe pîroz dikin û got, "Bi saya Rêberê me, cihê me di nava gelê cîhanê de çêbû û bi saya têkoşîna wî ya pîroz de em Kurdistanê azad dikin. Kesayetiya azad nebe, Kurdistan jî azad nabe. Kurdistana azad bi Rêberê Azad dibe. Ji ber vê yekê, ji bo azadiya Rêberê xwe divê em hemû gelekî bixebitin. Dewleta Tirk dixwaze me hînî jiyana bêyî Rêbertî bike. Divê ti Kurd vê qebûl neke û li dijî vê yekê têbikoşe. Gava destpêkê ya vê jî pêşîgirtina li rejîma serokatiyê ya Erdogan e. Ji ber vê yekê Kurd wê di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê NA bide û têkoşîna xwe geş bike."

Piştre li ser girîngî û wateya rojê, Alîkarê Serokê Saziya Kurdên Êzidî yên li Moskowayê-Êzidxan Araf Azmanî, Seroka Tevgera Jinên Kurd li Moskowayê Cûlyeta Aram, Nûnerê Federasyona Bakurê Sûriyeyê yê li Moskowayê Rodî Osman axivîn. Piştre zarokan pasta bi rengê kes, sor û zer ji bo rojbûnê birîn.

Ferman Patiyev, Gîrîşa Amoyev û Rozerîn Dogan jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêşkirin.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Sêvê Demîr de bi bernameyekî ji bo zarokan hatibû amadekirin, hate pîrozkirin.

Zarokan rojbûna Ocalan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serok Apo” ve pîroz kirin.

BENSHEÎM

Kurdistaniyên li bajarokekê yê Bensheîm ê Elmanyayê kom bûn 68’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Pîrozbahiya bi rêzgirtinê ve destpê kir, axaftinên li ser jiyana Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd hatin kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê ve bi dawî bû.