Rojbûna Ocalan li gelek navenda hate pîrozkirin
68’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran, bi çalakî û aktivîteyên cuda hatin pîrozkirin.
68’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran, bi çalakî û aktivîteyên cuda hatin pîrozkirin.
HATAY
Li navçeya Îskenderûn a Hayatayê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê ve 68’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Bi dehan kes beşdarî pîrozbahiya li avahiya HDP’ê ya navçeya Îskenderûn bûn. Di pîrozbahiyê de paste hate birîn û hevseroka HDP’ê ya navçeya Îskendern Aysel Beşiyok diyar kir ku roja 4’ê Nîsanê ya rojbûna Ocalan ji bo jinan roja ji nû ve jidayîkbûnê ye. Eşiyok destnîşan kir ku wê ji bo azadiya Ocalan têkoşînê bidomînin.
MÛGLA
Rêxistina HDP’ê ya navçeya Mûgla li buroya HDP’ê ya hilbijartinê ya li taxa Bodrûm Tûrgûtreîs pîrozbahî kirin. Di pîrozbahiyê de ku li ser pasteyê “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” nivîsandibû, dirûşmên mîna “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “ Bê Serok jiyan nabe” hate qîrikirin. Di pîrozbahiya alên ‘NA’ yên renga reng hate daliqandin de, li gel rêveberên HDP’ê yê navçe û bajar, endamên DBP’ê yên Mûgla, ciwan û zarok beşdar bûn. Aktivîte bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, di aktivîteyê de Berdevkê DBP’ê yê Mûglayê Huseyîn Ozyarali axivî û diyar kir ku rojbûna Ocalan ji bo gelê Kurdistanê tê wateya ji nû ve jiyanê.”
AMED
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên navçeya Erxanî jî, bi boneya 68’emîn salvegera jidayîkbûna Ocalan li avahiya DBP’ê aktivîteyekî ya pîrozbahiyê lidar xist. Di pîrozbahiya aktivîteya gelek kes beşdarbû de, têkildarî 4’ê Nîsanê axaftin hatin kirin. HEvserokê HDP’ê yê navçeyê Îbrahîm Bîngol ê di aktivîteyê de axivî wiha got: “Ez hêvî dikim ku di vê rojê de aştî ji bo hemû gelan pêk were.”
WAN
Li taxa Hecîbekir a navçeya Îpekyolû ya navenda Wanê jî di pêşengtiya Meclîsa Dayikên Aştiyê gelek kes jin kom bûn, rojbûna Ocalan pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrkirin, li gel derandina govend pîrozbahî bi dawî bû.
ERZIROM
Gelek kesên ku li avahiya DBP’ê ya Erziromê kom bûn, rojbûna Ocalan pîroz kirin. Pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, sînevîzyon hate nîşandan.
ŞIRNEX
Li navçeya Silopiya Şirnexê bi tevlîbûna malbatên Pakîze Nayir, Taybet Înan, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên Silopiyê, gelek welatî û zarokan li avahiya HDP'ê 68'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Piştî qedexeyek rêzgirtinê zarokan findên pasteya ku li ser, 'Rojbûna te pîroz be Serok' nivîsandibû vemirandin.
Di pîrozbahiyê de dayika Hevseroka Meclîsa Bajêr a Silopiya Pakîze Nayir a di qedexeya 14'ê Kanûna 2015'an de jiyana xwe ji dest dayî, Behiye Nayir paste birî û wiha got: "Em roja Serokê xwe li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Bila ev roj ji bo gelê kurd bibe roja aştî, azadî û biratiyê."
Pîrozbahî bi lêxistina stranan û dirûşmên, 'Bê Serok jiyan nabe' û 'Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok' ve bidawî bû.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Nisêbinê, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê bi boneya pîrozkirina rojbûna Ocalan li avahiya HDP'ê hatin cem hev. Di pîrozbahiyê de paste ji aliyê zarok û dayikan ve hat birîn û dirûşmên weke 'Rojbûna te pîroz be Serokê min' û 'Rojbûna me pîroz be' hatin berzkirin.
Di pîrozbahiyê de Dayîka Aştiyê ya bi navê Perîhan Altug axivî û wiha got:" Roja hemû gelê Kurd pîroz be. Ez hêvî dikim ku ev roja pîroz bibe wesîleya bihareke xweş û serkeftî."
ÊLIH
Li Êlihê aktivîteya dar çandinê ku li gundê Meymûniye yê Heskîfê ku bi boneya 4’ê Nîsanê yê rojbûna Ocalan ji aliyê TJA, Însyatîfa Dayîkên Aştiyê, HDP û DBP’ê ve hate lidarxistin, tevî astengiya jendermeyan jî hate pêkanîn. Di aktivîteyê de li gel Parlemeterê HDP’ê yê Êlihê Mehemt Alî Aslan, rêveberên HDP û BDP’ê gelek kes beşdar bûn. Jendermeyên ku rê û gel û wesayîtên ku hatin cihê dar çandinê asteng kirin, li ser giliyê keyeyê gund diyar kirin ku wê rê nedin daran biçînin, hişyarî da ku wê di derbarê kesên ku daran biçînin de girtename bigirin. Jendermeyan nasnameyên welatiyên ku di çandina daran de israr kirin radestî leşkeran kirin.
Girseyê tevî hemû astengiyan jî dar çandin û diyar kirin ku ji bo aştî û biratiyê dar çandine. Piştî çandina daran û şûnde nasnameyên welatiyan bi GBT’ê re hate derbaskirin û şûnde dan welatiyan.
STEMBOL
Rojbûna Ocalan li gelek nuqteyên Stenbolê bi çalakî û aktivîteyên cuda hate pîrozkirin. Li navçeyên Esenyûrt, Umraniye, Bagcilar, Beyoglû, Esenler, Başakşehîr, Kuçukçekmece, Sûltangazî û gelek navçeyên Stenbolê bi aktivîte hatin lidarxistin.
Di aktivîteya li avahiya Esenyûrt hate lidarxistin de hevserokên HDP’ê yên Esenyûrtê Arzû Moco û Îlyas Demîr û hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) a Esenyûrt Ercan Saglam û gelek kes başdar bû.
Aktivîte bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ve destpê kir.
Hevseroka HDP’ê ya Esenyûrtê Arzû Maco diyar kir ku îro ji bo gelê Kurd rojekî gelekî girîng û bi wate ye. Maco ya ku destnîşan kir ku ev 18 sal in li ser Ocalan tecrîdekî girînakirî heye wiha got: “Pirojeyên ku derxistîn pêş bi wate ne. Îro li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rojhilata Navîn jî din av de ji bo tevahî cîhanê bûye mînak.
Hevseroka HDP’ê ya Esenyûrtê Îlyas Demîr jî got: “4’ê Nîsanê ji bo hemû gelên cîhanê ronahiyek da dinê. Em weke gelê Kurd bûna xwedî Rêberekî wisa xwe pir bi şens hîs dikin. Eger ku Rêbertiya me nebûye me ne dikarî biz iman, çand û xwe nas bikin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ku ji axaftin û jiyana Ocalan hatibû amadekirina hate pîşandan.
UMRANIYE
Rêxistina HDP’ê ya Umraniyeyê li avahiya navçeyê pîrozbahiyek lidar xist. Endama PM’ê ya HDP’ê Ayşe Berktay, rêveberên DBP’ê yên navçeyê û gelek kes beşdarî aktivîteyê bûn. Di aktivîteyê de dirûşmên “Bê Serok jiyan na be” û “ Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin.
Hevseroka HDP’ê ya Umraniye Fatma Îlyer a ku di sala 1982’an de Ocalan nas kirî diyar kir ku tiştên ku Ocalan danî holê di jiyanê de şênber bûne. Îlyer a ku anî ziman ku Ocalan dixwaze gelê Kurd û Tirk li gel yek têkoşînê bimeşîn got: “Min hewl da ku xwarina bi kêfa wî çêbikim. Xwedî dilekî ewqas nerm û bi rehme ku nikare çengê çûkekê jî bişkîne. Tevî tecrîdekî 14 salan jî kesekî ev qas zindî nîne.”
Endama PM’ê ya HDP’ê Ayşe Berktay jî got: “Ocalan ê ku xwedî lêgerînekî azadî û heqîqetê, girtina wî ya bi komployekî navneteweyî ya sala 1999’an û birina Girava Îmraliyê bi zanabûne.”
Piştî axaftinên hatinkirin û şûnde sînevîzyona ku ji wêne û axaftinên Ocalan pêk tên hate nîşandan, bi awayekî sembolî pasta hete birîn.
Li Beyoglûyê jî li avahiya navenda HDP’ê pîrozbahî hate kirin. Di pîrozbahiya gelek kes beşdar bû de ji aliyê Dayikên Aştiyê ve pasta heta birîn. Di pîrozbahiya dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” hate qîrikirin de, sînevîzyona ku ji wêne û jiyana Ocalan tîne ziman hate nîşandan.
Li Esneler û Başakşehîrê jî gelek kes ji bo pîrozbahiyê li avaniya HDP’ê ya navçeyê kom bûn.
Li navçeyên Kuçukçekmece û Sûltangaziyê jî rojbûna Ocalan bi civînên gel û nîşandana sînevîzyonê hate pîrozkirin.