Rojbûna Ocalan hate pîroz kirin
Rojbûna Ocalan hate pîroz kirin
Rojbûna Ocalan hate pîroz kirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Modena, Ponsacco, Grossetto û Cecina yên Îtalyayê û li bajarên Lyon û Strasbourg yên Fransayê hate pîroz kirin.
Li bajarê Modena yê Îtalyayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlîbûna 80 kesan hate pîrozkirin. Pîrozbahî li komeleyek ya Îtalya pêkhat.
Kurdistaniyên li bajarê Ponsaccoyê jî jiyan dikin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Her wiha li bajarê Grossetto û Cecina jî hate pîroz kirin. Di hemû pîrozbahiyan de sloganên “Rojbûna te pîroz be”, “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.
Li bajarê Lyon yê Fransayê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku, têde li ser girîngî û wateya rojê hate axaftin, paste hate jêkirin. Di pîrozbahiyê de nameya Ocalan jî hate xwendin.
Biboneya 64’mîn rojbûna Ocalan li bajarê Strasbourgê şahiyek hate organîze kirin.
Şahiya ku biboneya 64’mîn rojbûna Ocalan li bajarê Strasbourgê ji aliyê Komîsyona Ciwanan ya Meclisa Gel ve hate amadekirin, li Salona le Galet ya li semta Hautepierre hate li darxistin. Şahiya ku nêzî 300 kesên ji Strasbourg û derdorê wê tevlîbûyîn, bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn destpê kir.
Di şahiyê de li ser pêvajoya aştiyê ya Ocalan dayî destpêkirin hinek axaftinên kurt hatin kirin. Di şahiyê de hate gotin ku, tenê ev pêvajo bi xwedî lêderketina Kurdan dê bigehe serkeftinê.
di ahenga ku Koma Pîroz, komên herêmî, komên dahol û zurneyan û koma folklorê ya Rojbîn derketin dikê de, sînevîzyon jî hate pêşkêş kirin. Di ahengê de pasteya ku ji Ocalan re hatî amadekirin, zarokan jêkir û da beşdarvana.
Şahî bi govenda li ber dahol û zurneyan bidawî bû.