Rojava xwe ji bo bîranîna 12’ê Adarê dike
Rojava xwe ji bo bîranîna 12’ê Adarê dike
Rojava xwe ji bo bîranîna 12’ê Adarê dike
Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bi munasebeta 9’emîn salvegera komkujiya 12’ê Adarê ya Qamişlo û serhildana li hemberî wê daxuyaniyek da û diyar kir ku ewê di atmosferek şoreşî de qurbaniyên komkujiyê bibîr bînin. Di daxuyaniyê de bang li hemû gelê kurd hate kirin ku tevlî çalakiyên bîranînê bibin da ku Newrozê jî bi rihê serhildanê pêşwazî bikin.
TEV-DEM’ê têkildarî komkujiya ku di 12’ê Adara 2004’an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di maça futbolê ya di navbera kurd û ereban de çêbû de ji aliyê rejîma Baas ve hatibû pêkanîn, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin û yên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
TEV-DEM'ê di daxuyaniyê destnîşankir ku gelê kurd ê li Qamişlo li dijî rejîma diktator û faşîst a ku îradeya civaka kurd bi rêbazên şîdetê tune dihesibîne, serî hildaye û ev yek li tevahiya Rojavayê Kurdistanê, her wiha li bajarên wekî Şam û Helebê belav bûye. Daxuyanî wiha dewam kir: “Di maça futbolê de êrîşî kurdan hate kirin û ev yek jî wêneyekî biçûk ê polîtîkaya rejîma Baas ku tu caran kurd nas nekirine ye. Vê carê jî êrîşî welatiyên sivîl kirin. Armanca wan jiholêrakirina kurdan bû. Li hemberî van êrîşan gelê kurd xeterî hîs kir û li gel ku planek tunebû jî bi hestên welatparêziyê serhildanek gelekî mezin nîşan da. Her wiha gelê kurd bêyî ku tu hesabên siyasî bike, bi hestên kurdîniyê bû yek û helwesta xwe nîşan da.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca serhildana ji Qamişlo destpê kir û li bajarên din belav bû, şikandina pêkanînên ku rejîmê bi dehan salan domandine bû û ev tişt hatin gotin: “Lê mixabin kurdan tu piştgirî ji derve negirtin û li hemberî sîstema hov bi tenê ma. Ji ber neyekbûna hêzên siyasî yên kurdan û ji ber helwestên nokerên rejîmê ev serhildan bi encam nebû û daxwazên guhertinê nehatin bicîhanîn. Lê gelê kurd nîşanî hemû cîhanê da ku zulm û zordariyê qebûl nake.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îro li Rojavayê Kurdistanê şertên cuda tên jiyandin û wiha hat gotin: “Emê di atmosfera azadiyê û şoreşê de qurbaniyan bibîr bînin. Lewre li hemberî êrîşîn hundir û derve pêwîstî bi yekbûna kurdan heye.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû beşên civakê hate kirin ku tevlî meşên wê di 12’ê Adarê de bêne lidarxistin bibin da ku Newrozê bi rihê serhildanê pêşwazî bikin.