Rojava mohra xwe li protestoyên G20’an xist
Di maşa li dijî Civîna Lûtkeya G20’an a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate lidarxistin de, Şoreşa Rojava hate silavkirin.
Di maşa li dijî Civîna Lûtkeya G20’an a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate lidarxistin de, Şoreşa Rojava hate silavkirin.
Li dijî Civîna Lûtkeya G20’an a li bajarê Hambûrg a Elmanyayê hate lidarxstin 76 hezar kes meşiyan. Di axaftinên hatin kirin de, hate diyarkirin ku di xwepêşandanan de berpirsên hemû kaos û kirîzên li tevahî cîhanê G20’an dibînin, posterên Ocalan, alên PKK’ê, YPG’ê û YPJ’ê hatin vekirin, dîsa Şoreşa Rojava hate silavkirin.
Xwepêşandanên protestoyî yên li dijî Civîna Lûtkeya G20’an a li bajarê Hambûr ê Elmanyayê ev hefteyeke bê navber dom dike. Xwepêşandanên protestoyê yên ku Yekşema bihurî ve destpê kirin îro bi aktîvîte û çalakiyên cihê dewam kir.
Destpêkê ‘Lûtkeya Alternatîv’ a ku 70 saziyan organîze kir 5-6 Tîrmehê pêk hat. Di çarçovaya vê lûtkeya ku bi dehan axaftvan ên ji cîhanê beşdar bûn de, 42 panel û semîner hatin dayîn. Di van aktîvîteyan de weke nûnerê Kurdan ji Rojava Sînem Mûhammed beşdar bû. Her wiha 2 panelên bi navê Jinolojî û Konfederalîzam Demokratîk hate dayîn. Di panelan de sîstema Rojava û têkoşîna şoreşa jina Kurd hate vegotin.
LI HAMBÛRGÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN POLÎSAN BEND
Gava duyemîn a xwepêşandanên protesyî çalakiyê bêîtiahtiya sivîl a roja Înê pêk hatin. Çalakiyên bêîtihatiya sivîl a ku roja Înê destpê kir di serî de li Sternschanze St. Paûlî û Altona li gelek rêyan hate lidarxistin. Di saetên şevê de rê nehate dayîn meşa bi dirûşma “Li dijî kapitalîzmê blika aştiyê”. Polîsan li hember daxwaza meşa xwepêşanderan bi hişkî mudaxele kir. Li ser vê jî xwepêşandaran jî lig elek taxên bajrê bend danîn, li dijî polîsan ketin parastinê. Xwepêşandanên saetên şevê destpê kir heta destê sibehê dom kir. Tevî hemû êrîşên polîsan jî xwepêşandaran rê neda ku polîs bikevin nava semtan. Di xwepêşandanên hatin kirin de gelek xwepêşandar birîndar bûn, bi sedan kes jî hatin binçavkirin.
DEH HEZAR KES BI ALÊN YPG’Ê Û YPJ’Ê MEŞIYAN
Gava 3’emîn a xwpêşandanên protesoyî ya li dijî G20’an maş îro hate lidarxistin bû. Saziyên navneteweyî yên Efrîqa, Amerîkaya Latîn, Amerîka, Asya û Rojhilata Navîn û ji nûnertiya Kurdan a ku têkoşîna demokrasiyê dike NAV-DEM jî di nav de sendîka, partî û ji saziyên civaka sivîl ku tevlî maş ku nêzî 200 pêkhateyan pêk dihat, 76 hezar kes beşdar bûn. Deh hezar kesên ku di saetên sibehê de li pêşiya stasyona trenê ya navenda bajêr kom bûn dest bi meşê kirin. Li pêşiya meşê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan, alên PKK’ê, YPG’ê, YPG’ê hatin bilindkirin. Her wiha dîsa dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bijî YPG/YPJ” û “Qatil Erdogan” hatin qîrkirin. Di meşa nêzî 4 km dom kir de ji aliyê komên Elman ên antî faşîst ve ala PKK’ê hate vekirin, bi hezaran kes bi yek dengî alên YPG’ê û YPJ’ê bilind kirin, dirûşmên polîtîkayên qedexeker ên Elmanyayê rexne dikin qîr kirin, peyamên piştgiriyê ya bi Kurdan re dan.
MÛSLIM: LI ROJAVA TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN
Piştî meşa nêzî 2 saetan dom kir û şûnde, li St. Paûlî mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtînga bi zimanê Kurdî, Elmanî û Îngilîzî axaftin hate kirin de, li ser rênedayîna hevserokê PYD’ê beşdar bibe bi rêya telefonê beşdar bû û axaftinek kir. Li aliyê din di meşê de ji Misrê rexenkerê mêtîngeriyê nû û Ekonomîst Samîr Amîn, ji Kolombiyayê aktivîst Jakelîne Romero Epî-Ûyû, ji Amerîkayê li ser navê Black Lîver Matter Priya Reddî û li ser navê dezgeha Mafê Îtifakê yê Hambûrgê Dadlen Moes beşdar bû. Dîsa hunermendê Kurd Serhedo jî di nav de gelek hunermend derketin ser dikê û helbest gotin.
Hevserokê PYDK’ê Salih Mûslim ê ku bi rêya telefonê beşdarî mîtîngê bû axivî û destnîşan kir ku li Rojava têkoşîna mirovahiyê dikin û got: “Îro em li Rojava li ser navê hemû mirovahiyê têkoşîn birêve dibin. Ji bo li dijî sîstema kapitalîzmê sîstema modernîteya demokratîk pêş dixin, têkoşînê dikin. Em vê jî bi fikir û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tînin. Her kesê vedixwînin ku piştgiriyê bide vê têkoşînê. Tirkiyeya ku heta niha piştgirî dida DAIŞ’ê niha jî piştgiriyê dide xwe. Ya ku bi rêya DAIŞ’ê nekarî bike niha bi xwe dike. Îro sîstema ku em dixwazin li Rojava pêk bînin, sîstema mirovahiyê ye. sîstemekî ku her kes bikare xwe îfade bike ye.”
Her wiha dîsa di mîtîngê de li ser navê dezgeha Mafê Îtifaka Hambûrgê Dadlen Moes, Amîn, Epî-Ûyû û Reddî jî axivîn. Di axaftinên hatin kirin de rexneyên hişk li kapitalîzmê hatin kirin, banga xurtkirin têkoşînê li hemû cîhanê kirin. Di meşê de li ser navê saziyên Kurd Hevseroka NAV-DEM’ê Ayten Kaplan û Berdevkên YJK-E’yê Munnever Azîoglû jî axaftin kirin û têkoşîna Kurdan vegotin.
Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde Serhedo jî di nav de gelek hunermend derketin ser dikê, helbes totin.
Hat dîtin ku di tevahiya mîtîngê de alên PKK’ê, YPG’ê û YPJ’ê li ba hatin hejandin.