Rojava ji nû ve şîn bike, civaka ekolojîk ava bike

Dahata ji pirtûka "Rojava ji nû ve şîn bike" wê ji bo geşkirina xebatên enternasyonalîst were bikaranîn.

Şoreşa Rojava 5 sal li pey xwe hiştin. Tevgerên sosyalîst-şoreşger ku destek dida Tevgera Azadiya Kurd, bi gelê wir re xebatên avakirina jiyana nû didomin. Komuna Navnetewî ya Rojava jî, ji bo ku hemû tevgerên şoreşger zêdetir entegreyi şoreşê bibin kampanya dan destpêkirin. Dahata ji pirtûka ‘’Rojava ji nû ve şîn bike’’ wê ji bo geşkirina xebatên enternasyonalîst ên Rojaa werin bikaranîn. 

Kampanya "https://www.crowdfunder.co.uk/make-rojava-green-again" heta 6’ê Tebaxê wê bidome. 

Komuna Enternasyonalîst a Rojava li gel avakirina qadên nû yên jiyanê û malxweyitiya li akademiya enternasyonalîst li Rojava bi alîkariya ji bo çandina daran jî xebatên  kooperatîfa ekolojîk jî dike.

Pirtûka Komunê ya bi navê ‘Em Rojava ji nû ve ava bikin’ ji berxwedana Kobanê ve li gel şerê YPG-YPJ’ê yên dijî çeteyên barbar ên DAÎŞ’ê, behsa wê dike bê ka gelê Rojava jiyana li wir çawa ava kiriye. Her wiha ji xwenda re vedibêje bê ka Paradîgmaya Demokratîk-Ekolojîk a Azadixwaziya Jinê çawa li dijî modernîteya kapîtalîst têdikoşe. Komun her wiha bi fikra, ‘’Ji her demê zêdetir pêdiviya Rojava bi desteka cîhanî heye. Ev destek bi rêya medyayê û bi ragihandina jiyana wir a ji bo hemû dinyayê, divê li ser desteka polîtîk be. Her wiha li Rojava pêdivî bi doktor, muhendîs, wergêran heye. Bi raman û zanînên nû her kesê ku dixwaze bibe parçeyek ji şoreşa Rojava divê li wir be’’ hevgirtina şoreşger dide ber xwe.