ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Cotmeha 2019'an.

Amadekariyên êrîşê yên dewleta Tirk ên li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê û liv û tevgera di vê mijarê de wê bên şopandin.

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso got, "Eşkere ye ku Erdogan biryara şer wergirtiye" û destnîşan kir ku wê xwe biparêzin. Hiso diyar kir, biryara şer biryara hevpar a Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê ye û bang li gelên herêmê kir ku bibin yekdeng.

Çalakiyên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî qeyûman pêk tên wê bên şopandin.

Şaredariya bajarê Berceto ya li bakurê Îtalyayê Rêberê Gelê Kurd Ocalan kir hemşehriyê xwe yê rûmetê.

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, dadgeriya li Tirkiyeyê êdî bûye pêlîstoka desthilatdariyê.