Roja Ronesansa Mirovahiyê -Gulan Avrêl
Bi wesîleya 4'ê Nîsanê em dibêjin, bila ruhê we her tim weke biharê zindî, fikrê we jî her tim bi nûbûyînan re biwelide.
Bi wesîleya 4'ê Nîsanê em dibêjin, bila ruhê we her tim weke biharê zindî, fikrê we jî her tim bi nûbûyînan re biwelide.
4’ê Nîsanê, ji nû ve bûyîn… Nû bûyîn çavkaniya tevahî pêşketinane. Ne tenê pêşketin heman demê de hûnera tevahî şoreşane jî. Erê 4’ê Nîsanê jî vegotina herî baş a şoreşa azadiyê ye.
Nîsan, meha şiyar bûyînê..
Nîsan zindî bûyîn…
Nîsan ji bo afirandinê xwe amade dike tevahî xweza, zindî û gerdûn…
Nîsan rehma dayîka xweza…
Ya ku ji bo nûbûyînan bi welidîne dikeve nava amedekartiyê de…
Av, ya ku mirovahiyê afirand, xweza, zindî, tevahî nebat û zindiyên li ser rûyê erdê.
Meha Nîsanê, di vê mehê de tevahî zindî ji bo azwariya jiyanê û bi watebûyîna xwe dest bêxe dibe rojên jiyanê. Ev meh meha afirandin û helberînê ye.
Zindî dibe ruh û dikeve rehma dayîka xwedawend. Ew ruhê azad ya ku wê bi xwe re bi welidîne bi milyonan ruhên azad. Wê bi xwe re bîne bihara rengîn û bi xemlîne hêza watedayîna jiyana bi rûmet. Tevahî kêliyên jiyanê kir bihar û ji nû ve bişkivand fikir û wate. Ruhê azad ji rehma bereket bi xwe re anî bihara xêr û bi berhem. Ev xaka pîroz cardin dît û jiyankir bihara zindî. Şa bû û serê xwe rakir; “ez mînetarê te me roja ku ji nû de cardin tovên Ronesansê li ser dilê min reşand.”
Xaka Kurdistanê şiyar dibe û ber bi biharê ve baz dide û bi henaseya jiyanekê nû hildigre nava ruh û bedena xwe. Bilind bûyîna ruhên bê sînor hildigre nava mêlaka xwe de û tevahî bend û qeytên koletiyê perçe dike bi bihara azadî yê re.
Di ew rehma pîroz de afirî ew mirovê pîroz, bi xwe re şiyar kir tevahî ruhên razayî. Weke ku ji ew ruhê razayî re bibêje; “rabin ez hatim, dahatû, raborî û dema we ya niha. Wê îro ji sibe, sibe jî ji îro serkeftîtir be.” Belê tevahî dem ji her deman zêdetir serkeftîtir dibe. Êdî her tişt ji nû de zîl dide, tovê xwe bi baya azad re di reşîne li her deverê û li her derê. Ruhê azad êdî xwe li her derê dida his kirin. Êdî ew ruh û hişmendiyên ku qerisîne xwe bi germahiya biharê, bi afirandin û ji nû de bûyîna Nîsanê re hemêz dike û di heline. Beriya her tiştê vê di ruh û fikrên xwe de pêktîne.
Ew rehma pîroz di 4’ê Nîsanê de afirand ew mirovê pîroz ji bo netewek, ji bo jin û tevahî mirovahiyê. Gelê Kurd, jinên Kurd li derdorê rojê di gerin. Vê gera xwe mezin û berfireh dikin, her ku berfireh dibe bihara wan jî demdirêj dibe û dewlemend dibe. Bi tîrêjên rojê û bi xweşbînî di xemlîne tevahî giyanan.
Gelê Kurd di vê rojê de bi rojbûna Rêber APO re ji nû de afirîn. 4’ê Nîsanê ji nû de tovên dîrok, felsefe, jiyan, heskirin, wekhevî, dewlemendiya fikir, nûbûyîn hate reşandin li her derê. Netewek, mirovahî di vê rojê de ji tûnebûyîn û hilweşandinê rizgar bû. Her çiqasî ev roj rojbûna gelê Kurd û jina Kurd be jî lê heman demê de bû roja rizgarî yê. Di vê rojê de netewek ji tunebûyînê rizgar bû. Ev netew bû pêşengê mirovahî yê. Ji bo vê yekê ye ku rojbûna Rêber APO ji nû de rojê li ser gelê Kurd, jina Kurd û xaka Kurd hilat. Tîrêjên rojê bi ewrên reş re şer kir, berxwe da û rakir.
Çawa ku di vê rojê de jiyanekê bi heqîqet destpêkir, heman demê de di vê rojê de şerê heqîqetê jî destpêkir. Ango jiyan di vê rojê de xwe gihand watebûyînê. Ji bo gelê Kurd di vê rojê de her tişt ji nû de destpêkir. Her tişt bi cewherê xwe re di vê rojê de giha hev. Di vê rojê de civak ji nû de hat nû kirin. Bi taybetî jî di hêla ekolojî, demokratîk, û azadiya jin de.
Hişmendiyek ewqasî demokrat, azad û bi ekolojî re yek di vê rojê de di afire. Ji bo vê ye ku Rêber APO rexne dayîna xwe dide tevahî sewalên ku kuştine û serê wan jêkirine. Bi vê awayî dibêje; “ez bi rexnedayîna vê re dixwazim bi dest jiyanekê nû bikim.” Bi hişmendiyekê ekolojîk bi dest meşa xwe dike û di vê meşê de bi milyonan mirovên azad di afirîne. Ev meş berdewam dike bi awayekî gelek serkeftî. Wê berdewam bike jî, ji ber ev meş meşa berbi azadî û heqîqetê ve ye. Ev meş wê bi xwe re meşa azadiya Rojhilata Navîn bîne ev misogere. Wê ji her deman zêdetir roj xwe li ser van xakên pîroz bi helitîne. Ev meş heya niha tu astengiya nasnekir wê ji îro pêde jî tu astengî nasneke. Tîrêjên rojê weke tîr kevan xwe li ruh, fikir û hestên mirovahiyê bi taybetî jî jinên azadî xwaz û tekoşervanan xistiye. Ev tîrêjên azadiyê ne. Êdî dem dema azadî û wekheviyê ye. Bi wesileya 4'ê Nîsanê em dibêjin, bila ruhê we her tim weke biharê zindî, fikrê we jî her tim bi nûbûyînan re biwelide.