Roboskiyan çalakiya xwe paşve xistin

Roboskiyan çalakiya xwe paşve xistin

Malbatên Roboskê ku dê sibe li ber Navenda Giştî ya AKP’ê çalakî pêk bianiya, paşve xistin.

Malbatên 34 ciwanên Kurd yên li gundê Roboskiyê ya Qilabana Şirnexê bi balefirên şer hatin qetilkirin, diyar kirin ku dê sibê li ber navenda Giştî ya AKP’ê çalakiya protestoyî pêk bianiya lê biryara xwe paşve xistine. Di derbarê mijarê de endamê MP BDP’ê Ferhat Encu daxuyaniyek da û diyar kir ku, ji ber hesasbûna pêvajoyê çalakî paşve xistine. Encu wiha got:  “Em wek heyeteke ku komeke ji çend xwendekaran pêk dihat me yê çalakiya xwe pêk bianiya. Ji ber pêvajoyê ji bo ku tengasî û alozî pêk neyê me biryara xwe paşve xist.”

Encu di derbarê biryara ku girtibûn de wiha got: “Li ser navê Karsazên serbixwe kesekî bi malbatên Roboskê re hevdîtin pêk anîn. Diyar kir ku karsazên serbixwe dixwazin ji bo 40 zarokên Roboksê bursê bide. Xwe wekê karsazên serbixwe dan nasîn. Piştre di 22’ê mijdarê de ez çûm civîna koma AKP’ê.  Me helwesta wan ya li dijî malbatên Roboskê rexne kir. wan jî got AKP bursê dide zarokên we.  Gotin bursê didin 40 kesî. Me bertek nîşan da. Em bursan qebûl nakin.  Me got hun ji me re dibêjin bê deng bin. ji ber vê me jî biryar da ku em çalakiyê pêk bînin.”