Roboskê hêj di şeva komkujiyê de ne
Roboskê hêj di şeva komkujiyê de ne
Roboskê hêj di şeva komkujiyê de ne
Piştî komkujiya Roboskê a ku 34 ciwanên kurd hatin qetilkirin, travmaya li ser zarok û gundiyan hêj didome. Gundiyên hêj di şeva komkujiyê de bertek nîşanê dewletê dan û daxwaza edeletê dikin.
Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gudê Roboskê ya girêdaya Qilabana Şirnexê di encama bombeberana artêşa tirk de 34 kurdî jiyana xwe ji dest dabû. Ligel ku di ser de demek dirêj derbas bû, kujer nehatin dîtin.
Sabriye Encu yek ji zarokên xwe wenda kiriye. Hevserê wê berê cerdevan bû. Sabriye ecncu di encama teqîna mayînê de tiliyên destê xwe wenda kirin û di komkujiya Roboskê de jî kurê xwe yê 13 salî Bedran Encu wenda kir.
Bedran Encu hêj xwendekarên pola 8’an bû. Dayika wî diyar kir ku ji ber ji ber ku bavê wî astendar bû diçû mazotê.
Encu bi rondikên çavan li cil û wêneyê kurê xwe dinêre û got: “Min kurê xwe bo ku bixweîne mezin kir. Lê bi bombeyan kuştin. Bila kujerên zarokên me dîtin. Ez her şev heman êşê dikişînim. Kurê xwe di xewna xwe de dibîni.Erdogan dibêje ew terorîstin. Nasname, karneya wî li vire. Bila bê bîbine, ka terorîste an na. Di berika kur êmin de 20 TL û Telefon hebû. Ji birayê xwe re biskuvî kirbû. Ew di berika wî de ma. Nehiştin wê jî bixwe. Em tazmînatê qebûl nakin. Em dixwazin kujerê zarokên me dîtin. Me zarokên xwe bo pereyan mezin nekir.”
ÇIQAS LI DESTÊ XWE DINÊRIN WÊ XWÎNÊ Û HESTIYAN DIBÎNIM
Sabriya Encu wiha got: “Dema ez çûm min parçeyên zarokên xwe berhev kir. Parçeyên mirovan û yên hêstiran tevli hev bibû. Me nedikarî ji hev cuda bikin. Gelo kurê min wê demê çi fikirî. Bavê wî çû ceset nedît. Piştre min ji goreya wî nas kir. Ez sibehê çûm, cesedê kurê min di torbeyekê de bû. Li ser traktorê bû. Min destê xwe avêtê, xwîn û hestî bû. Ji wê rojê û vir de ez li destê xwe dinêrim, xwîn û hestiyan dibînim. Salek û nîv derbas bû lê kujer nehatin dîtin. Hevsera Erdogan, Emîne Erdogan hat vir soz da. Me name ji Erdogan re şandibû. Lê dema ji gund derket name qelaşt û çû.”
Sabriye Encu got piştî komkujiyê di serî de psîkolojiya zarokan û her kesî xera bûye û got: “Em hêj jî di wê şevê de ne. Bavê wî ji bîr nake. Em hatin rewşeke xerab. Zarok hemû psîkolojiya wan xerabû. Keça min naxwaze biçe dibistanê. 12 saliye. Sibê heta êvarê radizê. Naxwaze tirkî jî baxive. Zarok wêneyên Erdoganû Ataturk yên li ser pirtûkan reş dikin.”
ROBOSKÎ REŞ GIRÊ DIDE
Sabriye Encu da zanîn ku piştî komkujiyê ne cejn, ne şahî û ne jî dawet wek berê ne û got:”Berê zarokên me kêf dikirin di cejnan de. Lê êdî ne wisaye. Êdî bo me her tişt qediya. Niha behsa Aştiyê tê kirin. Lê baweriya me bi Erdogan tune. Êvarê cudaye, sibehê cudaye. Em bi dewleta tirk ne bawerin.”
EM ÇAWA BI VÊ DEWLETÊ BAWER BIN
Bedriye Encu ya 85 salî neviyê xwe Şervan di komkujiyê de wenda kir. Dayika Bedriye lanet li kujeran anî û got: “Piştî buka min mir, min neviyê xwe bi zehmetiyan mezin kir. Qeymeqamtiyê alîkarî neda me û neviyê min neçar ma biçe mazotê. Hêj 15 salî bû. Bila kujer bên darizandin. Neviyê min bê dayik mezin bû. Hêtim qetilkirin. Min parçeyê wî jî nedît. Xweda mezine, ez wî teslîmê xwedê dikim.
SAZA WÎ LI DÎWAR MA
Birayê Orhan û Zeydan Encu, Sercan Encu wan vedibêje. Sercan Encu yê 13 salî wiha got: “Ez rojên gelek ne baş dijîm. Navbera min û birayê min Orhan Encu gelek baş bû. Ez pir bêriya wan dikim. Orha diçû pola 8’an. Îsal jî dê biçûya Lîseyê. Em her sibeh bi hev re diçûn. Lê min karneya wî girt. Saza birayê min hebû. Telefona xwe firot û ji xwe re kirî. Lê ew saz li dîwar ma. Me dayika xwe du sal berê wenda kir. Salek derbas bû birayên min hatin qetilkirin.”
HER SIBEH EM BI WÊ ŞEVÊ HIŞYAR DIBIN
Birayê Fadil Encu, Nîmet Encu jî da zanîn ku ji komkujiyê heta niha travmayeke mezin dijîn û got her sibe bi wê şevê hişyar dibin.