Robîn Bakir ê HPG'yî hate veşartin

Gerîlayê HPG'ê Robîn Bakir ku li herêma Herekolê ya Sêrtê di şer de şehîd bûyî li Edene hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Robîn Bakir ku 28'ê Îlonê li Sêrtê ya Herekolê di şer de şehîd bûyî duh ji aliyê malbatê ve hate standin û li mezrika Kuçukoba a navçeya Seyhanê ya Edene derengiya şevê hate veşartin.

Piştî mînaka DNA'yê ku dabûne Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê li hev derketin, piştî 3 mehan malbat ji bo ku cenaze bistîne çû Sêrtê. Cenazeyê ku li Mezra Zevya hatî veşartin, ji dorpêça polîsan hate derxistin û derengiya şevê anîn Edene.

Polîsan mezrika ku wê Bakir lê bihata veşartin dorpêç kir, ji bilî malbatê nehiştin ku kesek tevlî cenaze bibe.