Rezîltiyeke din a DÎTÎB'ê eşkere bû

Li gorî dîmenekî ji 4 deqeyan ku gihîşte navenda ANF'ê, DÎTÎB şebekeyeke ku ji bo propaganda Îslamî-Tirkîtiyê bike, zarokan jî îstîsmar dike.

Cih: Bajarê Herford ê Elmanyayê. Mizgefta Navendî ya DÎTÎB'ê. Di bin alên Tirk û Elman de kincên artêşa Tirk li zarokan hatiye kirin û xwepêşandaneke mîlîtarîst nîjadperest bi zarokan tê kirin. DÎTÎB, tevî hemû sûcdariyên ku lê tên kirin jî mîna şaxekî AKP'ê li Elmanyayê dixebite.

Yekîtiya Tirk Îslamê ya Karên Diyanetê (DÎTÎB), ji bo Tirkên li derveyî welat li gorî dilê dewleta Tirk bi rêxistin bike û bixe nava liv û tevgerê, bi hevkariya Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirk û Wezareta Karên Derve ya Tirk hate avakirin û bi 960 'komele'yên xwe bûye organîzasyoneke mezin. DÎTÎB ku bi navê 'Turkisch Islamische Union der Anstalt fur Religion e.V.' xwedî nasnameyeke qanûnî ye û ji aliyê hikumeta Elman ve mûxatab tê dîtin, bi taybetî di dema koalîsyona AKP-mHP'ê de bûye yek ji navendên propaganda nîjadperestî-olperestî.

Mizgefta Navendî ya DÎTÎB'ê ya li Herfordê, di bin sîwana Serkonsolosiya Tirkiyeyê ya Musterê bi navê 'Turkisch Islamische Gemeinde zu Herford e.V.' dixebite. Ev mizgeft jî yek ji şaxên vê rêxistinbûnê ye.

Hefteya bihurî li vê mizgeftê çalakiyeke ecêb hate kirin. Bi qasî 4.11 deqeyên vê yekê ji aliyê beşdaran ve hate qeydkirin. Dîmenê hatiye kişandin wiha ye: Kincê leşkerên Tirk li zarokên 5 heta 10 salî hatiye kirin. Çek (pêlîstok) dane destê zarokan. Zarokan yek bi yek derdixînin ser dikê û wan dixin rêzê. Dema ku fermanê didin zarokan, zarok jî bi yek dengî navê xwe dibêjin û dibêjin 'keremke fermandarê min'.

Piştî ku ev beş qediya, li ber sirûda (dobra) ji bo hikumdarê Mogol Cengîz Han hatiye çêkirin, lê ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan hatiye guhertin, dikin ku zarok bimeşin û di rêza leşkerî de bisekinin.

Yek ji kar û berhemên DÎTÎB'ê ku hikumeta Elman destekê dide wiha ye: