Rêziknameya madeya qanûnê ya hatiye betalkirin hê jî ne diyar e

Parêzer Baran Dogan diyar kir ku di 8’emîn pakêta darazê de biryara "bêyî endambûna rêxistinê li ser navê rêxistinê sûc kirin" ligel biryara betalkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn hîn jî ne diyar e.

Pêşnûmeya ku bi mebesta zêdekirina karîgeriya darazê ku weke pakêta darazê ya 8’emîn jî tê zanîn û piştî ku ji  Komîsyona Edaletê ya Meclîsê  derbas bû û ji Serokatiya Meclîsê re hate pêşkêşkirin jî bû sedema derketina hin nîqaşan. Têkildarî  sûcê ‘li gel neendamtiya rêxistinê, sûckirina li ser navê rêxistinê’ ku di madeya 220/6’ an a Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê (TCK) de cih digire sererastkirineke nû hate kirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê vê yekê de biryara betalkirinê dabû.Lê belê sererastkirin gelekî ji betalkirina AYM’yê ne cuda ye. Parêzer Baran Dogan hem  têkildarî sererastkirina  madeya  220/6'an û hem jî têkildarî pêwîstiya guhertina madeyê û rewşa  a niha ya pakêta darazê ji ANF'ê re axivî û ev yek nirxand.

KIRYAREKE EŞKERE TUNE YE

Parêzer Baran Dogan 6’emîn fiqreya madeya 220’emîn a Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê a ku bi pakêta darazê ya 8’emîn re ji nû ve hate sererastkirin wiha eşkere kir: ‘’ Di madeya 220’an de jî dibêje ku li gel neendamtiya rêxistinê, sûckirina li ser navê rêxistinê, bi ev qas cezayî tê cezakirin. Sûckirina li ser navê rêxistinê lê belê çarçoveya vê ne diyar e, kiryareke eşkere tune ye. Li vir her tişt dikare di çarçoveya sûckirina li ser navê rêxistinê de were hesibandin. Yanî kiryarên endamên rêxistinê cuda ne lê belê pêkan e ku her cure kiryarên her kesê ku ne endamê rêxistinê ye jî  di vê çarçoveyê de werin hesibandin. Ji ber vê yekê, di pêkanînê de wê nediyarî derkevin holê. Bi taybet jî di çarçoveya azadiya derpêşkirina îfadeyan û bikaranîna mafên weke civîn û xwepêşandan û meşan de wê gelekî pirsgirêk rû bidin. Niha di pêkanînê de pirsgirêka herî zêde derdikeve holê ev e. Bo nimûne daxuyaniyeke rêxistinê heye.  “Dema ku hûn têkildarî daxuyaniya rêxistinê  hûn jî daxuyaniyekê bidin, dibe ku hûn bi sûcê sûckirina li ser navê rêxistinê  werin cezakirin.’’
  
DMME DI SALA 2017’AN DE GOT LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN E

Parêzer Baran Dogan, da zanîn ku xala qanûna mijara gotinê berî Dadgeha Destûra Bingehîn, di sala 2017'an de ji aliyê DMME ve weke li dijî mafên mirovan dîtibû û wiha dewam kir: "Dadgeha Destûra Bingehîn, di Kanûna 2023'yan de bêyî endametiya rêxistinê li ser navê rêxistinê qanûna sûc kiriye betal kir û ev yek di Rojnameya Fermî de jî hat weşandin. Lê belê beriya vê biryarê ev rêzikname di sala 2017'an de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve weke binpêkirina hiqûqê dîtibû. Ji ber ku ev rêziknameya di qanûnê de dijberî hiqûqê bû, li ser serlêdana takekesî biryara binpêkirina mafan hat dayîn.”

JI YA BERÊ NE CUDATIR E

Parêzer Baran Dogan got, "Sedema bingehîn a jinûve sererastkirina vê xalê, misogerkirina pîvana qanûnî ya sûc û cezakirinê ye, sererastkirineke qanûnî ya pêşbînîkirî ye. Lê belê li şûna ku rêziknameyeke wiha taybet were çêkirin, bi awayekî şikek cuda di maddeya 314’an de şika 3’yemîn û di maddeya 220’an de jî şika 6’emîn bi cih kirin. Di forma lihevhatinek cuda de. Hat diyarkirin ku kesê ku li ser navê rêxistinê sûc bike, tevî ku ne endamê rêxistinê ye jî ji 2 sal û 6 mehan heta 6 salan wê bê cezakirin. Ya rast ferqa vê rêzikname ji rêziknameya berê nîne. Lê belê di rewşên ku kiryar bi vî rengî bi zelalî nayê pênasekirin de, binpêkirina prensîba hiqûqê rû dide. Lêker bi zelalî nayê diyarkirin. Ji ber ku di vir de kiryar nayê pênasekirin, ev yek dibe rêziknameyeke li derveyî hiqûqê ye û di pratîkê de dibe ku destwerdaneke hiqûqa ceza ya gelekî giran li maf û azadiyên bingehîn bê kirin.”

CEZA WÊ BÊN ZÊDEKIRIN

Parêzer Baran Dogan, anî ziman ku ev rêzikname ceza jî zêde kiriye û destnîşan kir ku bi vê qanûnê re dixwazin gel bidin tirsandin. Dogan, da zanîn ku di rêziknameyê de cezayê pereyan jî hatiye zêdekirin û wiha got, "Di warê mîqdara ceza de, qanûn ji 2 sal û 6 mehan heta 6 salan cezayê girtîgehê dide. Ev sînorê heyî wê li gorî xala pêncemîn a Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya bi hejmara 3713'an bê zêdekirin. Yanî wê 2 sal û 6 meh, 3 sal û 9 meh, sînorê jor jî 9 sal be. Ev qanûn bi salan e di meriyetê de ye û bi salan e tê meşandin. Ji ber ku nikarîbû ji bo vê yekê pîvanek ava bike, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê got ku ev yek li dijî hiqûqê ye û Dadgeha Destûra Bingehîn ew betal kir. Ji ber ku li vir pênaseya lêkerê tune ye, em ê di nav tevliheviyek ku bi salan dom dike de bin. Li gorî nêrîna min, bi taybetî di warê maf û azadiyên bingehîn de wê encamên wê giran bin."