Rêzan Cawîd: Îran beşeke mezin a ji qeyrana Rojhilata Navîn e

Rêzan Cawîd: Îran beşeke mezin a ji qeyrana Rojhilata Navîn e

Hevserokê KODAR’ê Rêzan Cawîd diyar kir, dewleta Îranê beşeke esasî ya qeyrana Rojhilata Navîn e, di qeyrana herêmê de bereyeke din îfade dike û wiha got: “Nêzîkatiya komara Îslamî ya Îranê li hember neteweyan bi temamî nêzîkatiyeke dagirker, înkarker û qirker e.”

Hevserokê Komalgeya Azad û Demokratîk ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR)’ê Rêzan Cawîd  di beşa duyemîn ya hevpeyvînê de pirsên der barê helwesta Îranê ya li hember DAIŞ’ê, rola wê di kûrbûna qeyrana Rojhilata navîn û helwesta wê li beramberî çareseriya pirsgirêka Kurd li herêm û Rojhilata Navîn bersivand.

Herêm her diçe aloztir dibe û kevirên esasî dihejin. Bi dîtina we komara Îslamî ya Îranê, li ku dera vê qeyrana Rojhilata Navîn de cih digire?

Bêguman dewleta Îranê beşeke esasî  ya qeyrana Rojhilata Navîn e. Ango di qeyrana herêmê de bereyeke din îfade dike. Ev bi salane komara Îslamî ya Îranê hewl dide li herêmê hegemonyaya xwe saz bike. Dixwaze hêza hegemonîk a îdeolojîk û siyasî ya xwe li ser herêmê ferz bike. Em liv û tevgera Komara Îslamî ya Îranê ya di herêmê de dibînin. Ev liv û tevger ji dema damezirandina komara Îslamî ve heye û hîna jî berdewam dike. Komara Îslamî ya Îranê jî beşeke mezin a qeyrana Rojhilata Navîn e û heta sedemeke esasî ya qeyranê ye. Îro çawa ku çemkeke weke DAIŞ li herêmê heye; çemkeke din jî a li hemberî wê yan jî weke wî heye. Me nêzîkatiya dewleta Îranê ya ji Iraqê re dît. Heman tiştî DAIŞ dike Sipay Bedir jî dike. Di vî warî de ti ferqek di navbera wan de nîne, wekhev in û her du jî hewl didin qeyranê kûr bikin. Qeyranek gef li Îranê dixwe û dibêje divê Îran birûxe heye. Lê, dewleta Îranê jî bi çêkirina van qeyranên bi xwe  saz dike re şer ji sînorên xwe dûr dixe û tevahiya Rojhilata navîn vediguherîne eniyên şer. Dirûbûna dewleta Îran û DAIŞ’ê di qeyrana Rojhilata Navîn de heye. Li herêmê gelek bizavên wek Hizbûllah saz kir. Li Lubnan, li Filistîn, li Iraq, li Sûriyê gelek tevgerên cewaz bi rê ve bir, êrîş bir ser gelek aliyan, gelek komkujî  pêk anî û xwest hegemongeriya xwe di herêmê de bicih bike. Komara Îslamî ya Îranê ev bi rê ve bir. Ji lewma em nikarin ferqek bixin navbera kiryarên DAIŞ dike û ew kiryarên Komara Îslamî li mintiqê de dike û dide kirin. Heta beşeke mezin a kiryarên komara Îslamî ya Îranê sedemeke esasî ye di çêbûna vê qeyranê de. Desthilatxwaziya wê ya li Iraqê, hedefên wê yên li Sûrî, li Lubnanê, Li Filistînê ev tev bûn sedema ku eniya dijber wan gelek welatên Ewrûpa, Amerîka û her wiha Îsraîl jî tiştên wiha bikin û hewldanên xwe yên li hember Îranê bişidînin. Em îro dibînin ku berê destwerdanên derve ya zêde li Îranê ye. Heta ew hemleya ji aliyê DAIŞ’ê ve destpê kir û ji ber siyaseta Tirkiye û AKP’ê berê wê DAIŞ’ê da Kurdistanê herî zêde jî ji ber lewazkirina bereya Şîa li Îran û Iraqê bû. Şer îro gihiştiye ber sînorê Îranê. Ya rastî Îran hatiye dorpêçkirin û derdora wê tev hatiye girtin. Niha beşeke mezin a hêzên Îranê di şer de ne. Îran kariye ku nehêle şer derbasî nava Îranê bibe. Hesabê wan wisa ye.

LÊ, HER ROJ SIYASETA RAYEDARÊN ÎRANÊ ÎRAN BER BI METIRSİYÊN CIDÎTIR DIBE

Ew zêdexwazî û xewn û xeyalên hegemonxwaziya rayedarên Îranê welatê Îranê bi rastî jî ber bi metirsiyên cidî ve biriye. Wê her kêlî li Îranê çi rû bide diyar nîne. Ev metirsiyeke cidî ji bo gelê Îranê û neteweyên wê saz dike. Jixwe gel an jî civak ji bo dewletan girîng nîne û bi taybet jî ji bo dewleta Îranê girîng nîne. Çawa di komkujiyan re derbas dibin, çi tê serî wan, çawa malwêran dibin, çawa penaber dibin zêde girîng nîne ji bo wan. Ji bo wan tenê û tenê hedefên siyasî yên ji bo wan girîng e. Îro dibînin ku li Iraq, Sûrî û Kurdistanê êdî cih ji penaberan re nemaye. Her kes li ser axa xwe aware bûye. Ev tev jî ji ber siyaseta şaş a xewn û xeyalên berpirsên dewletê û bi taybet jî komara Îslamî ya Îranê ye. Kes ranabe û napirse ka çi ji van gelan dixwaze. Nakokiya dewletan a bi hev re heye, hev qebûl nekirina wan,  li hev gef xwarina wan, zirer û ziyanê dide gelên herêmê û gelên Îranê ji vê yekê zerarê dibînin. Bi çi heqekî vê dikin. Divê gelên Îranê li hember vê xwedî helwest be.

‘SIYASETA NAKOKÎ XISTINA NAVBERA KURDAN BI TEMAMÎ TÊK ÇÛYE’

Di siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ya Kurd a vê demê de ti guhertinek çêbûye?

Nêzîkatiya komara Îslamî ya Îranê li hember neteweyan bi temamî nêzîkatiyeke dagirker, înkarker û qirker e. Daxuyaniyên wan yên  der barê Kobanî,  rewşa Bakurê Kurdistanê de gelek caran çêbûye û pir memnûnyar in. Dixwazin vê peyamê bidin ku em palpiştî Kurd in. Lê, dagirkerên Kurdistanê hîna jî mijarek baş tênegihiştine heye ku ew jî bizavên azadîxwazî Kurdistan li her çar beşên Kurdistanê êdî ne ew bizavên Kurd yên berê ne. Êdî ti kes, ti hêz û ti dewlet jî nikarin ferq û cihêwazî bixin navbera beşên Kurdistanê, partî û rêxistinên wê. Bikaranîna  siyaseta partiyek li hember partiyeke din, beşeke Kurdistanê li hember beşeke din a Kurdistanê re êdî nikarin tiştekî bidest bixin. Eger ev bi temamî bi dawî nebûbe jî lê, di dema xwe ya herî lewaz de ye. Hestyariya gelê Kurd nahêle ev siyaset serkeftî be. Komara Îslamî ya Îranê û dewletên dagirkerên Kurdistanê hîna jî ev fêm nekirine. Hîna jî hewl didin partiyeke Kurd a beşeke din a Kurdistanê li hember partiyeke din  a Kurd bi kar bînin, gelê beşeke Kurdistanê li ser esasê berjewendiyên xwe li hember dewleteke din bi kar bînin. Di roja îro de ancax vê di xewnên xwe de bibînin. Gelê Kurd û bizava azadîxwaziya gelê Kurd ne tenê vê qebûl nake, siyaseta sedsala buhrî bi temamî pûç kiriye. Êdî ti tesîreke sînoran li Kurdistanê nemaye. Siyaseta nakokî xistina navbera Kurdan bi temamî têk çûye. Siyaseta komara Îslamî ya Kurd bi temamî li ser vê rehendê bi rê ve diçe. Li hember neteweyên din jî heman tişt dişopîne. Heman komkujî li ser gelê Ereb jî bi rê ve diçe, li ser gelê Azerî, Belûc û Fars jî bi rê ve diçe.

Komek li hev civandine ku bi temamî ji civakê qut û elît in ku di ragihandinên xwe de bîst û çar saetan dibêjin hikûmeta komara Îslamî ya Îranê zehf gelparêz e û dixwazin bi vî awayî raya giştî ya Îranê bixapînin. Lê, em di sedsaleke ragihandin û îrtîbatan de ne. Hîna jî fêm nekirine ku ev guhertin çi ne. Dibe ku teknolojiyê bi kar tînin lê, baweriya wan pê nîne û nizanin ka çiqas tesîreke mezin li ser civakê dike. Ji lewma hîna jî li pey siyaseta xwe ya qedîm diçin. Niha jî reng guhertin. Hewl didin biguhertina van rengan re siyaseteke durû pêş bixin.

‘SIPAY PASDARAN Û DAIŞ JÎ YEK IN’

Hûn daxuyaniyên dewleta Îranê ya ji bo êrîşên DAIŞ’ê li ser Kurdistanê dirûst dibînin?

Nêzîkatiya dewleta Îranê, Sipay Pasdaran û artêş eynî mîna ya AKP’ê ye. Di daxuyaniyên wan de gelek xalên dirûv û hevbeş hene. Erdoğan dibêje PKK û DAIŞ yek in, fermandarên Sipay Pasdaran û artêş jî dibêjin PJAK û DAIŞ yek in. Ev helwesta wan diyar dike. Ya rastî çawa ku AKP û DAIŞ yek in, Sipay Pasdaran û DAIŞ jî yek in. Temaşe bikin ev demeke komara Îslamiya Îranê pir xwest di bereya dijî DAIŞ’ê de cih bigire. Armanca wan jî eynî mîna dewleta Tirk bû ku dixwest ji van hêzên cîhanî re bêje ‘ey dewletên cîhanî werin em ji van hemû bizavên mûxalîf xilas bibin. Bila Tirkiye li PKK’ê bide, em jî li wî bidin’.Ya rastî armanca wî ew bû ku li PKK’ê bidin, li PJAK’ê bidin û li DAIŞ’ê bidin û hemû bizav û rêxistinên weke muxalif bi nav dikin ji holê rakin. Em vê encamê jê derdixin ku ti cihê gelan di nava dewletan de û bi taybet jî di nava van her du dewletan de nîne. Eger Îran dewleteke demokratîk û cidî ba wê destpêkê li gel gelên xwe bûyîba yek. Wê herî kêm bi gelên Îranî yên di nava sînorên Îranê de dijîn re bûba yek. Li beramberî van dijmintiyeke ecêp heye. Niha zêde nişfê ev cûre dewlet-neteweyan nemaye ku ev çend dijminatiya gelê xwe  bikin. Dewleta Îranê hîna jî di serdema Hecer de dijî. Hîna jî formê dewleta berê li Îranê di meriyetê de ye ku li ser kolekirina însan û zîhniyeta wê desthilatiyê dike. Ev zîhniyeta rizî, di dewleta Îranê de heye. Amade nîne ku dest ji vê siyasetê berde. Nêzîkbûna wan li hember ferdên Îranê, ev e.

‘FERMANDARÊ SIPAY PASDARAN LI HEMBER GELÊ KURD FETWAYA CÎHADÊ DAYE’

Armanca daxuyaniya der barê PJAK de ku gotin PJAK û DAIŞ yek in ev e; peyam da dewletên derve em mil bidin milê hev li dijî van şer bikin, peyam da dewleta Tirk careke din mil bidin milê hev li dijî tevgera azadîxwaz a Kurd şer bikin. Her wiha peyam da Sipay Bedir ka çawa beramber DAIŞ  cîhadiyan kiriye, werin li hemberî Kurdan jî cîhad bikin. Heman siyaset e. Dixwazin bêjin çawa Sipay Bedir serê DAIŞ’iyan jê dike, divê werin serê ferdên Kurd jî bibirin Em siyaseta rayedarên dewleta Îranê û Sipay Pasdaran wisa fêm dikin ku jixwe siyaseta esasî ya dewleta Îranê ew diyar dikin. Li Îranê siyasetmedar nînin, li Îranê hegemonyaya Sipay Pasdaran heye. Bandora wan li ser siyaset, civak, dîplomasî, derveyî sînorû li ser her tiştek heye. Li Îranê ûcûbeyeke bi navê Sipay Pasdaran heye. Sipay Pasdaran bi ew heybeta ku ji xwe re didin re hewl didin tirs, xof û hovîtiyeke mezin di dilê gelên Îranê de saz bike. Ev hovîtiye û ji hemû pîvanên mirovatî dûr e. Xwedî xîtabeteke xweşin ku wexta diaxivin tu dibêjî qey ev melek in. Wek M. Ehmedî Nejad digot xeleke ji nûrê li derdorê wan de digere. Ev cure siyaset û hegemonya Sipay Pasdaran ji mêj ve ye li Îranê destpê kiriye. Fermandeyên Sipay Pasdaran li hember gelê Kurd bi awayekî fîilî ji bo Sipay Bedir fetwaya cîhadê daye.  Heman fetwaya cîhadê ya di dema Benî Sedra de li Rojhilatê Kurdistanê li ser gelê Kurd bi rê ve bir, îro jî li hember PJAK vê dike. Em vê qebûl nakin.

‘ÎRAN, JI ZIMANÊ DEMOKRASIYÊ FÊM NAKE’

‘Gengaze ku ji ber ev pêşketinên di çapa Kurdistanê de çêdibin, di siyaseta Îranê ya Kurd de guhertineke erênî çêbibe?

Me di van çend salên buhrî de ev fêm kir ku Îran, ji zimanê demokrasiyê fêm nake. Bi her awayî hewl dide bi komkujî û qetilkirinan bersiva daxwazên me yên demokratîk bide. Ders jî dernaxe. Ji Kobanî ders nagire, ji Bakur ders nagire, ji Başur ders nagire. Hişmendiya demokratîk bi ti awayî bi mejiyê berpirsên dewleta Îranê nakeve. Eqliyeteke hov a  li Îranê heye. Guftûmanên demokratîk bi ti awayî nakeve nava lîteratûra Îranê de. Behsa şaristaniyê dikin lê, eger behsa ev şaristaniya niha li Îranê bi rê ve dibe dikin, em weke gelên Îranê rica dikin ku vê şaristaniyê nîşanî ti kesî nekin. Di nava gelên Îranê de yên xwedî eqliyeteke demokatîk hene, bihezaran sal bi hev re jiyane Şaristaniya gelên Îranî cuda ye lê, ya dewleta Îranê dike şaristaniyeke dewletî û ji lewma jî wehşiye ku nabe kes bibîne. Dewleta Îranê bersiva daxwazên me bi vî awayî dide. Niha li Rojhilatê Kurdistanê hemleyeke milîstarîst dane destpêkirin. Dixwazim xal bi xal behs bikim.

Li tevayî Rojhilatê Kurdistanê dest bi çêkirina paygehan (qereqol) kirine. Ev bersiva wan ji demokrasiyê re ye. Li demeke agirbest heye de hem hêzên Sipay Pasdaran hem jî komên nû sazkirine ku cêwiyê DAIŞ’ê ne. Bi navê komên çete û kontrgerîla li herêman de li pey hevalên me dikevin. Bi taybet dixwazin metirsî ji gerîlayên me yên parastina Rojhilat re saz bikin. Li gelek cihan bi van komên çete re pevçûn rûdane. Komara Îslamî jî di daxuyaniyên xwe de dibêjin ev kiryarên Sipay Pasdaran nebûye. Ev komên çete tev yên komara Îslamî ya Îrane, hemû yên Sipay Pasdaran in. Bila kes bi van daxuyaniyan nexapin. Ji derveyî dewleta Îranê kî li Îranê heye, kes nîne. Kî gerîla ji bo hebûna xwe weke metirsî dibîne? Helbet tenê komara Îslamî ya Îranê. Komara Îslamî ya Îranê bê ku Sipay Pasdaran bixe tevgerê dixwaze bi rêya van komên çete yên saz kiriye re gerîlayên me tune bikin. Ev ji bo têkbirina tevgera azadîxwaz a li Rojhilatê Kurdistanê ye. Hewldan bi vî şêwazî ye. Dixwazin li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê de wêne û peykerên serbazên Sipay Pasdaran deynin û tirs û xof di dilê gel de biçînin. Dixwazin gund bi gund, mintiqe bi mintiqe paygehan ava bikin.

‘BI ARMANCA ESKERÎ BENDAVAN ÇÊDIKIN’

Bendavan çêdikin, avên Kurdistanê hemû hişk kirin, bi armanca eskerî bendavan çêdike. Me ev baş fêm kir ku mesele ne meseleya enerjiyê ye. Mesele bendavên eskerî ye. Heman siyaset dewleta Tirkiyê jî bi rê ve bir, li dijî gerîlayên PKK’ê li Bakurê Kurdistanê. Texrîbatên zehf mezin ên ekolojiyê li Rojhilatê Kurdistanê saz dikin. Daristanên Merîwan, Şaho, Kirmaşan û Serdeştê ji ber vê sedemê dişewitînin. Dewlet dişewitîne. Hinek jîngehparêz gazindên xwe dibin ji dewletê re û dibêjin daristan têne şewitandin ne di ferqa vêya de ne ku dewlet bi xwe vê yekê dike lê, hinek jî vêya jihev derdixin. Ev dewlet bixwe dike û bi armanca eskerî dike. Milîtarîzma dewleta Îranê rehm li daran jî nake. Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê bi hestyarî nêzî vê rewşê bûye û eger ev bidome jî wê xwedî helwestên pêwîst be.

KOMARA ÎSLAMΠ YA ÎRANÊ HER TIMÎ SİYASETA KURDÊ BAŞ Û KURDÊ XERAB ESAS GIRTIYE’

Hevdîtina PDK-Î Îran a bi dewleta Îranê û Wezareta Îtlaatê re wê xizmetek ji çareseriya pirsgirêka Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê re bike?

Em bizaveke nû ne li Rojhilatê Kurdistanê û îro bi hemû hêza xwe li ser dikê ne. Daxwazên me yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî diyar in. Li ser vî esasî bi dehan caran me bangawaziya diyalogê kiriye. Komara Îslamî ya Îranê her timî siyaseta Kurdê baş û Kurdê xerab  esas girtiye. Divê aliyên Kurd li hember vê siyaseta dewleta Îranê hişyar bin. Rast e, hevdîtinek di navbera PDK ya Îranê,  bi dewleta Îranê û Wezareta Îtlaatê re çêbûye. Heya ku aliyên Kurd ên Rojhilat di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de hemfikir nebin û bi hev re li gel dewleta Îranê nerûnin, em rûniştina ti partiyeke Kurd a  bi tenê ya li gel Dewleta Îranê weke rûniştin li gel gelê Kurd qebûl nakin. Em weke KODAR vê mijarê wisa dinirxînin. Dibe ku partiyek li ser çarenûsa xwe yan jî mijareke wan eleqeder dike de biçe, li gel wan rûnin ev tişteke cihêwaz e. Em weke tevgera azadîxwaziya Kurd xwedî hêza hêrî mezinin li seranserê Rojhilatê Kurdistanê de. Heta di her mijareke gelê Kurd eleqeder dike de, hemû partiyên Kurd neyên mûxateb girtin û nîqaşkirin em wan hevdîtinan weke danûstandin li gel gelê Kurd jî dest nagirin û nasnakin. Wexta me di demên borî de banga mûzakere yanjî danûstandinê li gel Îranê dikir, ti carî bi tenê ne diçûn û ne di rûniştîn yan jî me mûzakere nekir. Divê her tişt zelal be. Heya niha jî armanca wan çiye tam diyar nîne. Ti alî an jî hizbek nikare bi tena serê xwe bêje min pirsgirêka Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê çareser kir. Daxwaza her partiyek her aliyekî siyasî cihêwaz e. Heta daxwazên me yên sereke ku me îfade kiriye pêk werin, em ê weke KODAR têkoşîna xwe berdewam bikin. Eger dewleta Îranê were li gel hemû alî û hizbên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê rûne û mûxatab bigre wê demê dikare bi berfirehî li ser mijarê were nîqaşkirin û sekinandin. Divê hevdîtin zelal bin. li Bakurê Kurdistanê proseya aştiyê ya bi rê ve diçe (ku niha di xeteriyê de ye) di her aliyekî de şefaf e. Daxwaz zelal in, diyalog jî di raya giştî de tên nîqaşkirin û her kes ji diyaloga bi rê ve diçin haydar in. Weke xulase  kiryarên dewleta Îranê ya niha li Rojhilatê Kurdistanê dike, dide xuya kirin ku ji diyalogê re vekirî nîne, ji ber milîtarîzmê pêş dixe. Di rewşeke ew çend milîtarîzm pêş dixin de çûyîna hevdîtinan li gel dewletê, rast nîne û armanca xwe cuda ye.

‘NABE KU FERDEKE JI WAN SELEFÎ CÎHADÎ LI KURDISTANÊ BIMÎNIN’

Helbet di biryarên me yên KODAR’ê de jî heye ku hemû ol û baweriyan bi qîmet dimînin û wan diparêzin û wê biparêzin jî. Pênaseyeke taybet a olan û baweriyan di pergala KODAR’ê de heye. Lê, em çemkî Selefî Cîhadî ku îro palpiştî DAIŞ’in û xwedî heman çemkî siyasî ne, heman hovîtî dişopînin, hebûna wan a li Kurdistanê de qebûl nakin. Nabe ku ferdeke ji wan, Selefî Cîhadî li Kurdistanê bimînin û cihê wan li Kurdistanê nîne. Diçin ku derê bila biçin lê, em wan li Kurdistanê û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê de qebûl nakin. Helbet liv û tevgereke wan a berfireh jî nîne. Beşeke sînordarin ku ji rê derketine û hêvîdar in ku neşemitin gel DAIŞ’ê. Ya DAIŞ dike kufre ji Îslamiyetê re, kufre ji dîn re. Di ola Îslamî de ti cihek ji van kiryaran re nîne.. Ti pêwendiyeke vê bi Îslamiyetê re tine ye. Îslamiyet dînê aştiyê ye,  dînê bi hev re jiyanê ye. Hz. Mihemed bi xwe jî li ser vêsekiniye û ev bi awayekî aşkera di hevpeymana Medînê de tê îfadekirin. Heta di hevpeymana Medînê de hatiye gotin ku nabe bi ti awayî zerar ji bawerî û olên din re were dayîn. Eger werin û bêjin em olek cuda ne û dixwazin bi gelên din re bi aştiyane bijîn, qet dijayetiyeke me bi ti ayîneke din re nîne. Lê, bi vê wehşetê em wana qebûl nakin. Lê, ne xwedî ew çend liv û tevgereke mezin in li Kurdistanê û gelê me jî li beramber van hestyar in. Li Sine çend kes ji wan xwestibûn hinek tiştan bikin lê, gelê me baş helwest raber kiribû û ew çalakiya gelê Sine jî pîroz e. Xelkê Misilman nabe ku van komên pêwendiyan xwe bi Îslamiyetê re nîne di nava xwe de bihewînin ango bigirin. Divê ceserat nekin ku li gel Misilmanek wiha tevbigerin û wisa qise bike. Ev girîng in. Lê, komara Îslamiya Îranê li hember van bêdeng e. Helbet ev zehf balkêş e. Beşeke wan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevî ku hene jî, çima dewlet li beramber van bêdeng e. Helbet ev gumanan saz dike. Dixwazin wan li hember tevgera azadîxwaz ya Kurd bi kar bînin. Dewleta Îranê xwedî siyaseteke mûxalefet bi destê mûxalefetê têk bibe ye. Helbet eger di lîteratûra wan de DAIŞ bibe mûxalefet! Em dizanin dewleta Îslamî dixwaze bi vê siyasetê çi bike. Dixwaze atmosfereke wiha saz bike ku eger operasyon jî li hember gerîla bike, ev sipay pasdaran nekiriye û komên çete kirine ku ev jî girêdayî dewleta Îranê nînin. Em aşkera dibêjin endamên Sipay Pasdaran, komên çete, komên Selefî Cîhadî kî êrişî gelê Kurd bike, kî mîlîtarîzmê pêş bixe wê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê li hember xwe bibînin û hemû jî ji bo me yek in. Her hewldaneke li hember gerîlayên me em, ji dewleta Îranê dizanin.