Bi munasebeta 43. salvegera darvekirina pêşengên Tevgera Ciwanan a 68’an Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan, xwendekarên zanîngehê ji Findikliyê meşiyan Dolmabahçeyê.
ANF
STENBOL
çarşem, 6 gulanê 2015, 18:47
Bi munasebeta 43. salvegera darvekirina pêşengên Tevgera Ciwanan a 68’an Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan, xwendekarên zanîngehê ji Findikliyê meşiyan Dolmabahçeyê. Xwendekaran dirûşma ‘Rêya Denîzan di Hezîranê de derbas dibe’ qîr kirin û soz dan ku wê têkoşîna wan bilind bikin.
Xwendekar ji Kampusa Mîmar Sînan a Findikli ber bi Dolmabahçeyê meşiyan. Posterên Denîz, Yusuf û Huseyîn hatin hildan û pankarta ‘Em li dij emperyalîzm û dîktatoriya AKP’ê li ser piyane. Rêya Denîzan di Hezîranê de derbas dibe’ vekirin.
Xwendekaran piştî meşê li Dolmabahçeyê deqeyek rêz girtin û li ser navê xwendekaran Can Guneş daxuyanî xwend.Guneş got ku 43 sal berê her sê şoreşger di tarîtiya sibehê de hatine darvekirin û hat gotin ku ev roj ne tenê roja mirina sê şoreşgeran e, roja çewisandina dengê ciwanan e. Guneş bi lêv kir ku desthilatdariya AKP’ê bredewamê kujerên Denîzan e.