Rêxistinên tenduristiyê li Xarpêtê lêkolîn kirin

Şandeya Odeya Tabîban a Amedê, TTB û SES’ê li Xarpêtê lêkolîn kirin. Şandeyê got; “Divê li dijî erdhejeke mihtemel xebatên testpîtkirina xisarê destpê bikin.”

Şandeya ku ji endamên Konseya Navendtî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) û Odeya Tabîba a Amedê pêk dihat li Xarpêtê lêkolîn kirin. Şandeyê diyar kir ku li Xarpêtê 18 li Meletî 4 bi giştî 22 kes di erdhejê de mirîne.

‘GEL HÊ JÎ LI KOLANAN E DIVÊ TESPÎTA XISARAN DESTPÊ BIKE’

Şandeyê diyar kir ku ji ber erdhejê gel hê jî li kolan in, bi fikar in û ji tirsa naçin malên xwe û wiha domand; “Ji ber vê sedemê divê li avahiyan xebatên tespîtkirina xisaran berî demekê destpê bike, divê pêşî li rewşên nerênî ku ji ber erdhejên mihtemel çêbibn were girtin. Divê serî de gund nav de ji bo hemû welatiyên li derve konên li gorî şert û mercên demsalê werin parve kirin. Tevayî pêvajoyê divê raya giştî rast were agahdar kirin. Li navenda Xarpêtê 5, li Gezîn e avahiyek hilweşiyaye. Li gundên Xarpêt û Meletiyê gelek mal hilweşiyane û zirar dîtine.”