Rêxistinên PJAK-Ewropa ji bo çalakiyên 15'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir

Rêxistinên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)-Ewropa bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna rêzeçalakiyên ji bo 15’ê Sibatê yên derveyî welat kir.

Rêxistinên PJAK-Ewropa bi minasebeta 23. salvegera komploya 15’ê Sibatê ya sala 1999’an li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hatî, bi daxuyaniyekê bang li hemû gelê Kurd û dostên wê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin ku wê ji îro heya roja 15’ê Sibatê dom bikin.

Di daxuyaniya rêxistinên PJAK-Ewropa de qala  îdeolojî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Tevgera Apoyî hate kirin û hate gotin, ev îdeolojî, felsefe û Tevgera Apoyî li pêşberî planên hêzên hegemon ên jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn astengiya herî mezin bûye, lewma li hemberî wî komployek pêkanîn.

Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser nerazîbûna gel a piştî komployê û hate gotin, "Piştî plana reş a 15’ê Sibata 1999’an gelê me yê hişyar û zindî rojane û bêyî ku raweste li ber da, li dezgehên navneteweyî çalakî lidarxistin, kolan û meydanên bajarên cîhanê kirin armanca xebatê bêwestan û bala cîhana azadîxwaz, alîgirên aştiyê, mafê mirov û demokrasiyê yên li her çar aliyê cîhanê kişande ser armanca xwe ya pîroz, dijmin, neyarên xwe matmayî kir û hevsengiyên heyî bi qazanca doz Kurd a rewa guhert."

PJAK-Ewropa di beşeke din a daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di pêvajoya şerê cîhanê yê 3. de ku li Rojhilata Navîn diqewime, pêwîste  gelê Kurd ê ji xwe bawer û têkoşer karê xwe ji her alî ve xurt bike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê hêza xwe ji bo bigihîje armanca xwe ya pîroz, her wiha ji bo azadiya Serok Apo ji her demê zêdetir bixe tevgerê û mezin bike."

Rêxistinan di dawiya daxuyaniya xwe de îşaret bi çalakiyên cûr be cûr yên vê roja 1 heya 15’ê Sibatê li derveyî welat bê rêvebirin kir û bang li giştî gelê Kurd û bi taybetî bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê yên li derveyî welat, her wiha hemû jin, mêr û ciwanên demokrat û aştîxwaz, alîgirên mafê mirov û hemû kesên ku li pey azadî, dadperwerî û rûmeta mirovin kir ku bi şeklekî çalak tevlî rêzeçalakiyên ‘Ji bo azadiya Serok Apo’ bibin. Di heman demê de di pêngava komkirina îmzeyan ya bi heman armancê rolekî aktîf bilîzin.