Rêxistinên Mafê Mirovan ên ku di NY'yê de axivîn bajarên Kurd bi bîr xistin

Rêxistinên Mafê Mirovan ên navnetewî yên ku di Rûniştina Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivîn, binpêkirina mafê mirovan a li bajarên Kurd bi bîr xistin.

Rêxistinan bang li Tirkiyê kirin ku li gorî hiqûqên navnetewî bimeşe û gotin, ''li ser navê têkoşîna dijî terorê êrîşên bi ser mafên sereke yên mirovî de nayê qebûlkirin.''

Rûniştina Mafê Mirovan a 34. A Konseya Mafê Mirovan a NY'ê,  li bûroya Cinêv a NY'yê ya Swîsre berdewam dike. Rapora salana ya êşkence û miemeleya nebaş a NY'yê ya ku raportên êşkenceyê hate hişkerekirin. Li ser raporê rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî û nûnerên dewletan nirxandinên xwe kirin.

NÛNERÊN DEWLETAN: ''LI SER NAVÊ TÊKOŞÎNA DIJÎ TERORÊ ÊRÎŞÊ BI SER MAFÊ SEREKE DE DIBIN'

Gelek nûnerên dewletan ên ku têkildarî mijarê axivîn gotin  gelek dewlet bi navê têkoşîna dijî terorê êrîş dibe ser mafên sereke û çandî yên gelan.
Piştî nûnerên dewletan hin saziyên mafên mirovan ên navnetewî têkildarî mijarê axivîn, bal kişandin ser binpêkirina mafan ên li Tirkiyê û bi zimanekî tund rexne li Tirkiyê anîn.

OMCT: LI BAJARÊN KURD ÊŞKENCE BI RENGEKÎ SÎSTEMATÎK DIDOME

Organîzasyona Têkoşîna Dijî Êşkenceyê ya Navnetewî (OMCT) wextê xwe bi temamî ji bo binpêkirina mafan a Tirkiyê veqedand. Nûnerê OMCT'yê diyar kir ku li Tirkiyê êşkence bi rengekî sîstemaîk her roja ku diçe zêdetir dibe û binpêkirinên mafê mirovan ên li bajarên Bakurê Kurdistane, ên di dema 'qedexe'yan de bi bîr xist. Nûnerê OMCT'yê got, ''Bi taybetî jî li bajarên Kurd êşkence bi rengekî sîstematîk berdewam dike.'' Nûner got, hikûmeta Tirk bi navê têkoşîna dijî terorê mafê sereke yên mirovan tine dihesibîne û bang li Tirkiyê kir ku li gorî yasayên hiqûqî tevbigere.

ÎFOR: LI CIZÎRÊ BI SAXÎ ŞEWITANDIN

Dİ rûniştinan de li ser navê rêxistina civaka sivîl ÎFOR'ê Perîşan Kevçcî axivî. Kevçî bal kişande ser rapora Nîls Melzer, raportora NY'yê ya êşkenceyê ya li ser Tirkiyê. Kevcî diyar kir ku rapor pir girîng lê pir kêm e û rexne lê anî ji ber sedema ku gelek êşkence û miemeleyên nebaş ên li bajarên Kurdistanê di raporê de nîn in. Kevcî tiştên ku 2015'an di dema 'qedexe'yan de hatn jiyîn bi bîr anî û behsa Cizîrê kir. Kevçî got, ''2016'an, biharî li Cizîrê mirov bi saxî di jêrzemînan de hatin şewitandin.''
Kevcî mexdûrên ku li Serkêaniyê ya Rihayê hatin binçavkirin û piştre li şikeftekê êşkence û tacîz li wan hate kirin bi bîr xist û xwest ku li dijî Tirkiyê bikevin tevgerê.

Di rûniştinan de Nûnerê Rêxistina Çavdêrên Mafê Parêzeran a Kanada (Lawyer's Rîghts Watch Canada) bal kişande êrîşên bi ser parêzeran de yên li Tirkiyê. Nûner Abdul Hamîn Khan got li Tirkiyê bi navê têkoşîna dijî terorê parêzer têne binçavkirin, girtin û got, li Tirkiyê di serî de parêzerên Kurd mafê parastinê yên parêzerên demokrat ji dest wan tê girtin. Khan diyar kir ku êrîşên bi ser parêzeran de her ku diçe girantir dibe û bang li Tirkiyê kir ku li gorî hiqûqa navnetewî tevbigere.