Rêxistinên gel ên demokratîk serdana Emîne Şenyaşarê kirin

Rêxistinên gel ên demokratîk û gelek nûnerên partiyên siyasî serdana Emîne Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê çalakiya xwe didomîne kirin û gotin: "Demeke dirêj e li welat bêhiqûqî berdewam dike. Hiqûq tu caran nebû aligirê bindestan.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê a ji Rihayê aniye Enqereyê di roja 75’emîn de berdewam kir. Şenyaşar çalakiyê bi kurê xwe Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelen (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar re domand. Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan, (DAD), Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Odeya Bijîşkan a Enqereyê, Parlamenterên DEM Partiyê, Partiya Kedê (EMEP) serdana çalakiyê kirin. Sevînç Çakir ê di hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an de kurê wê hatiye girtin jî hate serdana Şenyaşarê.

Serokê Odeya Bijîşkan a Enqereyê Muharrem Baytemur destnîşan kir ku demeke dirêj e li welat bêhiqûqî berdewam dike û wiha got: “Hiqûq tu caran nebû aligirê bindestan. Ferdên malbata Şenyaşarê di nava saziyeke tenduristiyê de hatin qetilkirin û qeyd jî hatin tunekirin. Ev dîmen teqez di arşîvên dewletê de hene. Ev têkoşîn jî wekÎ têkoşîna Dayikên Şemiyê bi nirx e.”

Endamê Lijneya Rêvebera ê TTB’ê Onur Erden jî wiha axivî: “Qetlîama 6 sal bere hatiye serê malbata Şenyaşar wek tundî li gel û kedkaran vedigere. Îro ev têkoşîn ne tenê têkoşîneke, weke têkoşîna edalet û aştiyê ya hevpar berdewam dike.” Erden da zanîn ku ew ê haya edalet pêk were li cem malbata Şenyaşar bin.

Serokê şaxa DAD’a Enqereyê Mustafa Karabudak jî anî ziman ku hêj jî faîlên êrîşê serbest digerin û wiha got: “Ma dewlet bixwaze nikare di nava çend saetan de faîlan bigire? Dikare bigire. Lê belê ji ber kujer alîgirên desthilatê ne, nayê kare wan. Dê ev lêgerîna edaletê bi piştevaniya dayikên Kurd û Tirk bi ser keve. Kes nikare li pêşiya îradeya dayika Emîneyê bisekine.”