Rêxistina Xwendekarên Yahûdî ji bo gelê Kurd bang kir

Kongreya EUJS ku rêxistina sîwanî ya xwendekarên zanîngehê yên Yahûdî yên li Ewropayê ye, xwest ku komkujiyên li dijî gelê Kurd bên rawestandin û piştgirî ji mafê Kurdan ê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe re bê dayin.

European Ûnîon of Jewîsh Stûdents (EUJS) ku rêxistina sîwanê ya xwendekarên zanîngehê yên Yahûdî yên li Eworpayê ye, di kongreya xwe de têkildarî Kurdistanê hin biryar wergirt.

Kongreya salane ya EUJS'ê bi beşdariya 40 delegeyên ji endamên rêxistinê yên li welatên Ewropayê bi rengê onlîne pêk hat û ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re bang hate kirin.

Di pêşnûme biryarê de ku bi dengê delegeyan hemûyan hate qebûlkirin, hate ragihandin ku gelê Kurd li Sûriye û Iraqê di têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê de bi roleke gelekî girîng rabûye û hate bibîrxistin ku ev rol bû alîkar ku sala 2014'an li Şengalê pêşî li qirkirina Êzidiyan bê girtin.

Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku zêdeyî 11 hezar şervanên Kurd, ji bo rizgariya cîranan û hevalbendên wan ji Îslamiya tundrew di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan û hate diyarkirin, ku li gel vê yekê jî gelê Kurd bi tenê hate hiştin.

Di pêşnûmeyê de hate destnîşankirin ku biryara 6'ê Cotmeha 2019'an a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ya ji bo vekişandina piştgiriya xwe ya ji bo Bakurê Sûriyeyê (Rojava) û valahiya ku hikumetên rojavayî li herêmê çêkirin, li dijî Kurdan veguherî metirsiyê.

Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku di deh salên dawî de gelek caran metirsiya qirkirinê li ser gelê Kurd rû da û cîhan li hemberî vê yekê bêdeng ma. Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku Yahûdî jî bi vî rengî berê hatin qirkirin. Di pêşnûmeyê de hat ergaihandin ku Kurd li Iraqê, Tirkiye, Sûriye û Îranê hîn jî tên tespiandin.

GEFA QIRKIRINÊ YA LI SER KURDAN

Di pêşnûmeyê de hate xwestin ku li qada navneteweyî piştgirî ji Kurdan re bê dayin û işaret bi mafê diyarkirina çarenûsa xwe hate kirin. Di pêşnûmeyê de ku delegeyên EUJS'ê pejirandin ev tespît hatin kirin:

- Ji bo zilmên bi vî rengî careke din neyê serê Kurdan, girîng dibîne ku piştgiriya yekser ji hêzên xweparastinê yên Kurdan re bê dayin.

- Tevgera Gurên Boz a Tirk-Faşîst li dewletên Yekîtiya Ewropayê, Tirkiyeyê û cîhanê li ser Kurdan, Ermenan, Suryanan, Tirkan û gelên din gefê dixwe.

- Alîgirên Bozkûrt li çar aliyên Ewropayê êrişî gelê Kurd, saziyên Ewropayê dikin. Mînak di Hezîrana 2020'î de li Viyanayê, di Îlona 2020'î de jî li Fransayê êriş kirin.

- Bi navê rêxistineke Yahûdî em di wê baweriyê de ne ku divê bi mirovên bêwelat re bin, bi mirovên ku zilm û qirkirin li ser wan heye, tevbigerin.

RABÛNA LI BER ÊRIŞAN Û DAXWAZA HURMETA LI MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE

Di kongreya EUJS de têkildarî Kurdan ev biryar hatin wergirtin;

1- Rola girîng a gelê Kurd bê naskirin ku şeş sal in li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe,

2- Qirkirina ku di sala 2014'an de li Şengalê li dijî Êzidiyan hate kirin, bê naskirin,

3- Bang li Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê bê kirin ku dawî li hebûna leşkerên Tirk a li Bakurê Sûriyeyê (Rojava) bê anîn û mîna di Mijdara 2019'an de Xanesor hate bombekirin, destûr neyê dayin ku herêmên Kurdan ên li Iraqê bên bombekirin, Kurd neyên qirkirin,

4- Bang li Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê bê kirin, ku dawî li zilma li gelê Kurd a li Tirkiye û welatên cîran bê anîn,

5- Ji bo dawî li hebûna leşkerên Tirk ên li Bakurê Sûriyeyê (Rojava) bê anîn û piştgirî ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd re bê pêşkêşkirin li nava Yekîtiya Ewropayê, hikumetan, rêxistinên navneteweyî, rêxistinên civakî yên sivîl, zanîngehan, xwendekaran û saziyên pêwendîdar karê lobî bê kirin,

6- Ji bo qedexekirina Gurên Boz ên Tirk ku neteweperestên Tirk e, li Yekîtiya Ewropayê, li nava hikumetan, saziyên navneteweyî, rêxistinên civakî yên sivîl, zanîngehan, xwendekaran û saziyên pêwendîdar karê lobî bê kirin,

- Ji bo nîşan bide piştgiriyê dide gelê Kurd û piştevaniya çarenûsa xwe û rêveberiya xweser a demokratîk a Kurdan dike, biryarê werdigire.