Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan hişyarî da AKP'ê
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) li ser qetlîamkeriya AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) li ser qetlîamkeriya AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) nerazîbûn nîşanî polîtîkayên qetlîamkeriyê yên AKP'ê da û got, "Divê hikûmeta Tirk hêzên xwe yên ewlekariyê dezgîn bike." Rêxistinê da xuyakirin ku di rojên dawî de veguhastineke mezin a leşkerî ber bi herêmê ve hatiye kirin.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) li ser qetlîamkeriya AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
'HÊZÊN XWE YÊN EWLEKARIYÊ DEZGÎN BIKE'
Di daxuyaniya nivîskî ya rêxistinê de hat ragihandin ku zêdeyî 100 welatiyên sivîl hatine qetilkirin, bi sedan sivîl birîndar bûne û hat gotin, "Piştî veguhastineke zêde ya leşkerî ku beriya niha di vê astê de qet nehatibû kirin, li hin bajaran derketina derve hat qedexekirin. Hin taxên van bajaran bûne qada topbarana artêşê û şerê leşkeran ê li hemberî komên Kurd. Pêwîste hikûmeta Tirkiyeyê hêzên xwe yên ewlekariyê dezgîn bike. Divê tavilê zêdegaviya di bikaranîna hêzê de bê bidawîkirin û bûyerên mirin û birîndarbûna mirovan ên di dema operasyonê de bên lêpirsîn. Eger a ku li hemberî nifûsa Kurdan tê kirin ji nedîtî ve were û bê nixumandin, wê nêrîneke giştî ya li Başûrrojhilat piştrast bike. Mesele dema operasyonên polîs û leşkerî yên li hemberî komên çekdar ên Kurd be, hingî sînor-qanûn nayên naskirin."