Rêxistina HDP'ê ya Edîrneyê dorpêçkirî ye!

Beriya meşa HDP'ê ku wê îro ji Edîrne û Colemêrgê ji du baskan ber bi Enqereyê ve bimeşe, avahiya rêxistina HDP'ê ya Edîrneyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê îro ji Edîrne û Colemêrgê bi du baskan ber bi Enqereyê ve bi dirûşma "Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê" bimeşe. Lê belê beriya meşê avahiya HDP'ê ya Edîrneyê hate dorpêçkirin. Gelek polîs li derdora avahiya partiyê ya HDP'ê hatin bicihkirin.

Ji bo astengkirina meşê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan hatibûn qedexekirin.

Li gel vê qedexeyê jî ji bo meşa baskê Edîrneyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, parlamenter û rêveberên partiyê wê saet di 12:00 de li ber Navenda Sûkê ya Sîlîvriyê li hev kom bibin û biçin Edîrneyê.