Rêxistina Efûyê xwest yên B.E. darizandine bê darizandin
Rêxistina Efûyê xwest yên B.E. darizandine bê darizandin
Rêxistina Efûyê xwest yên B.E. darizandine bê darizandin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî xwest berpirsyarên bûyera birîndarkirina B.E. yê 14 salî ku di protestoyên Parka Gezî de bombeya gazê li serî ket û birîndar bû, werin darizandin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li hikûmetê jî kir ku dest ji bikaranîna hêza zêde ya li hemberî protestoyên aştiyane berde.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew bûyera B.E. ji nêz ve dişopînin. Hat ragihandin ku tevî gilîkirina parêzerên B.E. û daxwaza peydakirina dîmenên ji kamerayên ewlekariyê yên derdorê, ev 65 roj in dîmen nayên peydakirin û li şahidan nehatiye guhdarîkirin. Rêxistina Efûyê xwest lêpirsîna amadeyî bê temamkirin û der barê lêpirsînê de malbat û parêzer bi her awayî werin agahdarkirin û got, "Divê ev binpêkirina mafên mirovan a tê gotin ji aliyê wezîfedarên dewletê ve hatiye kirin, divê bê ceza nemîne."
Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de weha hat gotin: "Em bang li rayedarên Tirk dikin ku di xwepêşandanên aştiyane de zêdegaviya bikaranîna dijwariyê nekin, mafên azadiya kombûnê ya aştiya û ramanê ewle bike, lêpirsîneke serbixwe û bêalî bidin destpêkirin û wezîfedarên dewletê yên pêkanînên xerab kirine, radestî edaletê bikin."