Rêxistina Efûyê: Li hember Kurdan cezakirineke komî pêk tê
Lêkolînvanê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Al) yê Tirkiyeyê Andrew Gardner got, artêşa Tirk bi operasyonên li Başûrrojhilat li hember Kurdan ‘cezakirineke komî’ pêk tîne.
Lêkolînvanê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Al) yê Tirkiyeyê Andrew Gardner got, artêşa Tirk bi operasyonên li Başûrrojhilat li hember Kurdan ‘cezakirineke komî’ pêk tîne.
Li dijî êrîşên qirkirinê yên ku rejîma AKP’ê li hember Kurdan dimeşîne ji cîhanê nerazîbûn tên. Piştî kampanyaya televîzyona Rûssîa Today a têkîldarî li Cizîr û Sûrê qetlîam pêk hatiye, daxuyaniyek jî ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Al) hat. Têkîldarî mijarê Lêkolînvanê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Al) yê Tirkiyeyê Andrew Gardner ji RT re axivî, ragihand ku wek rêxistin pêşketinan ji nêz ve dişopînin.
Gardner bal kişand ser êrîşan, got: “Aloziya li herêmê zêde dibe. Mafên mirovên li vir bi awayekî nayê pejirandin tên sînordarkirin. Em nikarin fêm bikin ku bê ka ji ber çi hikûmeta Tirk ketiye nav tevgerek wisa, gihiştina mirovan a ji xurek û derfetên din re asteng dike.” Gardner, êrîşên artêşa Tirk şiband ‘cezakirina komî’.