Rêxistina Deport Racism Organization ji bo Efrînê semîner da

Li navçeya Lovrionê ya paytexta Yewnanîstanê Atînayê ji bo piştgirîdayîna Berxwedana Efrînê ji aliyê Rêxistina Deport Racism Organization ve semîrek hate dayîn.

Bi beşdarbûna bi dehan Kurdistanî û dostên wan Rêxistina Deport Racisim Organization ji bo piştgirîdayîna Berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk li navçeya Lavrionê ya paytexta Yewnanîstan Atînayê semînerek lidarixist.

Semîner ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre Wafiyazo Eleny, Odîseyas Manurasîdîd û siyasetmedarê Kurd Metîn Bîngol axivîn. Pêşî Odîseya Manurîdîs axivî, balkişand li ser komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê û iwha got; “Divê dewletên desthilatdar li dijî komkujiyên sivîlan bêdeng nemînin. Gelê Kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan û ji bo vê jî em wek dostên Kurdan li gel gelê Kurd in. Divê hemû kes û aliyên siyasî piştgiriya gelê Kurd bikin û li dijî êrîş û komkujiyan bêdeng nemînin.”

Manusarîdîs qala penaberên Kurd yên li Yewnanîstanê kir û wiha got; “Divê bi demildest şert û mercên penaberan bê baş kirin û alikariyên mirovî yên dihat dayîn, careke din were dayîn.” Manusarîdîs bang li cîhanê kir ku pitşgiriya gelê Efrînê bikin.

 Piştre Aktîvîsta Jin Wafiyazo Eleny axivî û got ku cîhan li beramberî berxwedana Kurdan a li Efrînê bêdeng dimînin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk jî ker û lal bûne. Eleny wiha domand; “Ji bo ku şert û mercên  penaberan bê baş kirin rêxistina me hevdîtinan bi rayedaran re dikin heta ku em encam bigrin dê hewldanên me berdewam bin."

Siyasetmedarê Kurd Metîn Bîngol jî axivî û balkişand li ser êrîşên çeteyên dewleta Tirk û wiha got; “Dewleta Tirk bi çekên NATO’yê êrişê Efrînê dike û dewletên desilatdar çawa ku ji komkujiyên Dersim, Koçgirî, Agirî û Zîlan, ji Sûr, Nisêbin û Cizîrê re bêdeng man îro jî ji bo Efrînê bêdeng dimînin.”

Bîngol wiha axaftina xwe bi dawî kir; “Li Rojavayê  Kurdistanê cihê herî aram û hemû netew bi hev re dijiya Efrîn bû. Vê yekitiya gelan a ku bingeha xwe ji felsefeya Rêber Apo digirt bû tirsa hêzên dagirker. Li hemberî kapîtalîzmê felsefa herî mezin modernîta demokratike ew jî ya  Rêber Apo ye. Kesen ku li hemberî vê êrişên dagirker bêdeng bimîne dibe hevparê vê sucê mirovahiyê.”

Semîner bi xistina çepikan û dirûşmeyan bi dawî bû.