Rewşenbîrên DYA'yî: Erdogan bombeyan li her devera herêma Kurdan dibarîne

Akademîsyenên Amerîkî diyar kirin, li hemberî daxwaza xwerêveberiyê û berxwedana li dijî êrîşan, dorpêçî, qedexeya derketina derve û bombekirina cih û warên sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve, nayê qebûlkirin.

Di nûçeyeke li Dengê Amerîka hat weşandin de, di nameya ji bo Serokê DYA Barack Obama de, Profesorê Hiqûqê yê Zanîngeha Cornell Robert Hockett û Profesora Felsefeyê ya Zanîngeha Stanfordê Anna-Sara Malmgrenê destnîşan kirin, ku Serokkomarê Tirk Erdogan, di mehên dawî de dor li herêmên Kurd lê dijîn girtiye û bombeyan li tevahiya van herêman dibarîne.

GOTINA ERDOGAN DIŞIBE YA BEŞAR ESAD

Nivîskaran diyar kirin ku sedema fermî ya têkildarî operasyonan hatiye aşkerekirin qelskirina PKK'ê ye û dan zanîn, ku ev sedem dikare bi tenê ji bo aliyekî hewldanên Tayyîp Erdogan derbasdar be. Profesordan dan xuyakirin, ku ev daxuyanî hewldana Beşar Esad tîne bîra mirovan, ku dixwest bomberdûmana li hemberî gelê xwe rewa nîşan bide.

Nivîskaran ragihandin ku armanca berfireh a operasyonan bêdengkirina HDP û alîgirên wê ye, ku ev derdor hewl dide mafên Kurdan û hindikahiyên din bi rêbaza dîplomatîk biparêzin. Akademîsyenan diyar kirin ku operasyonên tên kirin rê li ber êşên ku nayê qebûlkirin vekirine, rewşa aloz a li welêt mezin kirine û rîska şerê navxweyî zêde kirine.

Akademîsyenan ragihandin ku operasyonên dewleta Tirk hem li welêt hem jî li derveyî welêt tên rexnekirin û destnîşan kir, ku helwesta hikûmeta Erdogan a li hemberî van rexneyan, girtina çalakger û akademîsyenan e. Profesorên mora wan li binê nameyê hene gotin, "Hikûmet ya niha mûxalîfên siyasî bi awayekî vekirî qetil dike, yan jî destûrê dide valahiyên ewlekariyê yên rê li ber qetilkirina wan vedikin."

'DIBE KU TELQÎNA WE HIN TIŞTAN BIGUHERÎNE'

Di nameya ji bo Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Barack Obama re hatiye nivîsandin de tê gotin, "Em dizanin ku ji bo rênîşandana karên hundirîn ên welatekî din, derfetên we kêm in. Lê belê em di wê baweriyê de ne ku telqînek ji aliyê we ve were kirin, dibe ku hin tiştan biguherîne." Akademîsyen di nameya xwe de ji Obama dixwazin ku hem bi awayekî veşartî hem jî bi awayekî vekirî bang li Erdogan bikin û van sê daxwazan bilêv bike:

1- Êdî bes taxên li Rojhilat û Başûrrojhilatê Anatoliyê bombe bike

2-Pêkanînên ku bi zimanê 'Orwell'î weke qedexeya derketina derve tên pênasekirin, lê di rastiyê de xwedî bandora dorpêçiyê ne, bên rakirin

3-Ev herêmên qala wan tê kirin, ji bo aşkerekirina binpêkirina mafên mirovan ên hêzên dewletê kirine, ji rojnamevanên herêmî û navneteweyî re bên vekirin.

Di nameya ku profesorên navdar Noam Chomsky û Jûdîth Bûtler jî mora xwe danîne binî de, nivîskaran bang li Obama kir ku Kurd û Tirkên welatiyên Tirkiyeyê ne, li gorî derfetên xwe ji texrîbatên Recep Tayyîp Erdogan, biparêze.