Rewşa tenduristiyê ya girtiya 75 salî Hatîce Yildiz giran bû

Kurê Yildiz a girtî ya 75 salî, Alper Yildiz got ku dayika wî gelek caran bi ser hişê xwe de diçe û di mijara bêhnstandinê de zehmetiyê dikişîne.

Dayika 75 salî ya bi navê Hatîce Yildiz bi hinceta şandina pereyan a ji keça xwe û hevrêya wê ya qawîşê re hatibû girtin. Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Yildiz giran bû. Kurê Yildiz, Alper Yildiz got ku di 2’yê Nîsanê de çûye hevdîtina girtî û dayika wî gelek westiyayî xuya dikir, binçavên wê reş û şîn bûne, dema diaxivî dengê wê dilerizî û di bêhnstandinê de zehmetî dikişand. 

Yildiz, ev agahî parve kir: “Rewşa dayika min xerab bû. Jixwe tansiyona bilind pê re heye. Ji ber vê yekê dema li malê jî gelek caran bi ser hişê xwe diçû. Li girtîgehê jî gelek caran ser hişê xwe çûye. Ji ber ku li cihekî girtî dimîne di mijara bêhnstandinê de zehmetiyê dikişîne. Pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên giran hene. Nikare bi vî halê xwe di girtîgehê de bimîne.”