Rewşa Sîsê Bîngol giran e!

Parêzvanên mafê mirovan li Edeneyê, ji bo Sîsê Bîngol a 85 salî ya nexweş ku girtiye hatin ba hev. Di çalakiyê de destnîşan kir ku divê Bîngol bê berdan, bal kişand ser zilma li girtîgehan her diçe zêde dibe.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê ku her ji 15 rojan carekê di derbarê rewşa girtiyên nexweş de agahî didin û çalakiya rûniştinê pêk tînin, vê carê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş a 85 salî Sîsê Bîngol ku li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê ye.

Parazvanên mafên mirovan ku li Parka Înonu kom bûn, xwest Dayika Sîsê Bîngol bê berdan. Di çalakiyê de rêveberên HDP, DBP, Halkevlerî, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Partiya Kedê (EMEP) amade bûn. Parazvanên mafên mirovan di vê çalakiyê de Pankarta "Bila girtiya nexweş Sisê Bîngol serbest bê berdan" vekirin. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş bê berdan" berz kirin.

‘MAFÊ GIRTIYAN TÊN BINPÊKIRIN’

Nûnera Herêma Çukurova ya ÎHD'ê Yasemîn Dora Şeker bal kişand ser binpêkirina mafên azadiyê û wiha got: "Di serdema Rewşa Awarte de binpêkirina mafan zêdebû. Şeker, anî ziman ku her roj lêdan, êşkence û tundiya li ser girtiyan zêde dibe û xwest tundî bi dawî bibe. Divê Sisê Bingol bê berdan. Li gorî tespîtên me kiriye li gelek girtîgehan girityên nexweş nayên dermankirin û mafê wan ên tenduristiyê tên binpêkirin. Dîsa dermanê wan bi rêk û pêk nadin wan. Li gorî daneyên Navenda Giştî ya ÎHD'ê 402 girtiyên nexwişa giran hene. Hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Sisê Bingol e. Em bang li hemû rayedaran dikin ku Dayika Sîsê Bingol û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan."