Rewşa Mandela berbi başiyê ve diçe

Rewşa Mandela berbi başiyê ve diçe

Rêberê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela ku ji ber sedema enfeksiyona kezebê ev hefteyek tedawiyê dibîne, rewşa wî berbi başiyê ve diçe.

Neviyê Mandela, Mandla Mandela daxuyaniyek da û got: “Rewşa wî baş xuya dike.  Ev jî hêviya başbûna wî dide me.

Malbata Mandela ev hefteyek bû ew tenê nedihiştin. Hevsera wî Graça, hevserî wî ya berê Wînnîe, sê xwikên wî û ji 12 neviyên wî gelek ligel Mandela man.

Mandla Mandela wiha got: “Em ji bo hemû kesên ji Madîba re dua dikin û doktorên wî spas dikin.”

Mandelayê 94 salî  heta niha gelek caran rakirin nexweşxaneyê.  Mandela ku 27 salan li girava Robben girtî ma, piştî hilweşîna rejîma Apartheîd bibû serokwezîrê yekemîn yê dewletê û piştî dema yekemîn bi awayekî aktîf tevli siyasetê bibû.

Sermetranê  Başûrê Afrîkayên Destmont Tutu, diyar kiribû ku bila her kes xwe ji bo mirina Mandela amade bikin.