‘Rewşa girtiyên nexweş giran e, divê demildest bên berdan’

Di çalakiyên Enqere û Stenbolê de diyar kirin ku rewşa girtiyên nexweş Giyasettîn Sevmîş, Firat Nebîoglû û Emrah Nebîoglû giran e û gotin. “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”

Înîsiyatîf ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 438’emîn de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê çalakî li dar xist. Çalakgeran pankarta “Mafê tedawiyê maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş werin berdan” vekirin û dirûşm berz kirin. Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Fatîn Kanat daxuyanî xwend û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş ê li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin.

Kanat destnîşan kir ku Sevmîş ji sala 2007’an ve girtî ye û ji dîroka hatiye girtin ve nexweş e û ew ji kezeb, mêjî û çavên xwe nexweş e. Kanat da zanîn ku Sevmîş bi nexweşiya Wilson ketiye û Sevmîş ji ber şert û mercên girtîgehê nikare xwe bigihîne dermanan û tedawiya wî nayê kirin. Kanat xwest ku tedawiya Sevmîş li girtîgehek baş bê kirin û bang li rayedaran kir ku demildest û lezgîn biryara berdana Sevmîş bidin.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 566’emîn de li avahiya Komeleyê çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Gelek parêzvanên mafê mirovan tevlî çalakiyê bûn û wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan û pankartên “Mafê tedawiyê nayê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan” vekirin û dirûşme berz kirin. Komîsyona Girtîgehan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Firat Nebîoglû yê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T’yê û Emrah Nebîoglû yê di Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê de tê ragirtin û her du birayên hev in.

 Endama ÎHD’a Stenbolê Mûkaddes Şamîloglû daxuyanî da û bal kişand ser giştînameya girtîgehan a bo girtiyên nexweş û destnîşan kir ku giştînameya ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye weşandin cihêkarî ye. Şamiloglû rewşa girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû yên birayên hev parve kir û diyar kir her çiqas ji bo berdana wan û bo tedawiya wan serlêdan hatine kirin jî bêencam mane. Şamîloglû anî ziman ku her çiqas rewşa her du birayan giran e û Saziya Tiba Edlî ya berdana her du birayan asteng dike. Şamîloglû banga berdana her du birayan kir û xwest demildest bên berdan.