Rewşa girtiyên nexweş giran dibe

Hate gotin rewşa girtiyên nexweş Mevlût Oztaş û Hasan Şaşmaz giran dibe.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 300’î de çalakiya xwe li dar xist. Çalakî ji ber koronayê bi vîdeo konferans pêk hat. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan Hasta (ÎHD) Nûray Çevîrmen daxuyanî da û vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mevlut Oztaş ê li Girtîgeha Tîpa L a Sîncana Enqereyê tê ragirtin.
 
Çevîrmen derbarê rewşa Mevlut Oztaş ê bi armanca dermankirinê ji Girtîgeha Tîpa T a Afyonê sewqî Girtîteha Tîpa L a Sîncana Enqeryê hatiye kirin agahî da û wiha got: “Mevlut Oztaş 24 sal nûçegihanî kiriye. Ji sibata 2018’an ve girtî ye. Cara ewil li Girtîgeha Ûşakê nexweşîna fitqê pê re peyda bûye. Lê ji ber ji ber şertên hepsê nexweşstiye emeliyat bibe. Ji ber êşa giran a nexweşîna xwe neçar maye emeliyat bibe. Pişt re nexweşîna gurcikê pê re peyda bûye û nexweşîna wî ya astimê jî lê pîr bûye. Her wiha nexweşîna hîpertansiyon lê geriyaye û neçar maye bi diyetê li xwe binêre. Nexweşîna kezebê pê re heye û gelek nexweşînên cidî lê geriyane.”
 
BI NEXWEŞIYÊN GIRAN E
 
Çevîrmen got Oztaş bi rêya telefonê li malbata xwe geriyaye û agahiya hunavê wî xwîn bûne, heftiyek li nexweşxaneyê maye û emeliyata kîsikê zirav bûye. Çevîrmen da zanîn ku rayedarên nexweşxaneyê derbarê rewşa Oztaş de nedaye malbata wî û got: “Malbat li girtîgehê digere û ji wan re dibêjin ku Oztaş sewqî Enqereyê hatiye kirin. Di encama hewldanên berfireh de malbat hîn dibe ku zarokê wan li Nexweşxaneya Dişkapi ya Enqereyê tê dermankirin. Ji malbatê re tê gotin ku teşhîsa penceşêra pankreas lê danîne û ûr li werselên din belav bûye û tê îhtîmalkirin ku penceşêra wî di asta çaremîn de be. Heke emeliyat bikin rîskek mezin heye. Ji ber koronayê emeliyat nekirine. Agahiya dermankirina kemoterapî hatiye kirin dane malbatê.”
 
DESTÛRA DÎTINÊ NEHATIYE DAYÎN
 
Çevîrmen anî ziman ku malbat di 20’ê nîsanê de çûye nexweşxaneyê lê destûr nehatiye dayîn zarokê xwe bibînin. Çevîrmen da zanîn ku Oztaş li beşa mehkûman a nexweşxaneyê bi somyayê ve kelemçekirî kemoterapî kirine û got: “Nexweşxaneyê gotiye heta rapora şandeyê dernekeve dê wî ji nexweşxaneyê dernexin lê belê tevî vê yekê jî wî ji nexweşxaneyê derxistine û wî birine girtîgehê. Nexweş di bin tecrîtê de tên ragirtin. Em mirinek din jî naxwazin. Em dixwazin Mevlut Oztaş demildest were berdan.”

ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û xwest girtiyê nexweş Hasan Şaşmaz serbest berdin. 
 
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê, bi dirûşmeya “Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" çalakiya xwe ya ku her hefte li dar dixin berdewam kirin. ÎHD'ê vê hefteyê jî ji ber vîrûsa korona li ser onlînê daxuyanî da. Rêveberê ÎHD'ê y ê Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku girtîgehên li Tirkiyeyê cihê nexweşiyê ne û wiha got: "Kesên saxlem tên girtin, li girtîgehê nexweş dikevin û derdikevin. Li girtîgehan gelek nexweşî bi wan re çê dibe. 
 
27 SALIN GIRTÎ YE, NEXWEŞÊ DIL Û TANISYONÊ YE
 
Çîçek bal kişand ser rewşa Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Manisayê Hasan Şaşmaz ku 27 salin girtî ye û wiha got: “Şaşmaz di temenê ciwan de hat girtin. Li gel temenê ciwan jî niha nexweşê dil, tansiyon, şekir, kolesterol, fitiq, hemoroit, menuskus,û nexweşê gurçikê ye. Li gorî agahiya dawî malbatê dan, baş nayê dermankirin. Girtîgeh divê ne cihê tolhildanê bin. Divê mafê wan ê mirovî ligirtîgehan bên parastin. Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin Şaşmaz û hemû girtiyên nexweş serbest berdin.