Rewşa girtiyên nexweş Aladag û Gomî giran e

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hate ragihandin ku rewşa girtiyên nexweş Emîn Aladag û Kemal Gomî giran e û hate gotin ku ‘Divê tavilê werin berdan.’

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî di daxuyaniyên xwe yên li Stenbol û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê her hefteyê çalakiya “Rûniştina F’yê” lidar dixe. Çalakî di hefteya 622’yan de li pêşiya avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de beşdaran bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê 55 salî Kemal Gomî ku 32 sal in girtî ye û nexweşê “Rezîduel Şîzofrenî” ye. Di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tedawî maf e nabe ku bê astengkirin” hatin vekirin, wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Mirov bi mafên xwe mirov e” û “Tedawî mafe nabe ku bê astengkirin” hatin berzkirin.

Rêvebera ÎHD’ê Mukaddes Şamîologlû daxuyanî xwend û got ku bi girtîgehên tîpên S û Y’ê re tecrîd êdî sîstematîk bûye. Piştre jî Şamîloglû têkildarî rewşa tenduristiyê ya Kemal Gomî ev agahî parve kir: “Gomî, nexweşê nexweşiya ‘Rezîduel Şîzofreniyê’ ye. Îdraq nake ku cihê lê dimîne girtîgeh e û nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Ev rewş bi raporê ATK’ê hatiye teyîdkirin. Ji 1993’yan ve girtî ye. Ji ber cezayê muebbeta giran, salên dûvdirêj di hucreya yekkesî de hat ragirtin. Nexweşiya wî li girtîgehê pêş ket. Gelek caran li serwîsa Psîkyatriyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê û Nexweşxaneya Ruh û Rehikan a Bakirkoyê hat razandin. ATK’ê di sala 2010’an de teşhîsa ‘Rezîduel Şîzofreniyê’ kir û got ku nexweşiyeke mayînde ye û diyar kir ku dikare ji hêla serokkomar ve bê efûkirin.”

Şamîloglû, got ku divê Gomî were berdan û ev tişt anî ziman: “DMME û ATK her tim dibêjin ku dikare bi efûya serokkomar were berdan lê hêj jî girtî ye. Ev yek xetereyeke mezin li ser jiyana Gomî çêdike. Banga me ji bo rayedaran ew e ku ji bo parastina jiyana Gomî û hemû girtiyên nexweş berpirsyartî tevbigerin û banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”

ENQERE

Endamên Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî jî di hefteya 494’an de li pêşiya avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin.

Daxuyanî ji hêla endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate xwendin.

Çevîrmen, got ku gelek girtiyên nexweş hene ku nikarin bi tena serê xwe sexbêra xwe bikin.

Çevîrmen, bi domdarî rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Emîn Aladag ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê tê ragirtin vegot. Çevîrmen, da zanîn ku Aladag di 1993’yan de hate binçavkirin û ji ber êşkenceyê rehikên destê wî yê rastê û lingê wî yê çepê qetiyane. Çevîrmen, wiha domand: “Di sala 1998’an de hate berdan lê piştî cezayê wî yê muebbetê hatî erêkirin, di 2000’î de dîsa hate girtin û birin Girtîgeha Wanê. Emeliyatên wî dereng hatin kirin û demekî dirêj dermanên êşbirê tedawî dît. Serlêdanên ji bo domandina tedawiyê li derve hatin redkirin û rewşa wî girantir bû.”

Çevîrmen, piştre jî nexweşiyên Aladag vegot û da zanîn ku bi alîkariya hevalên xwe dijî. Çevîrmen xwest ku Aladag di zûtirin demê de were berdan.