Rewşa girtiyê 32 salan giran dibe
Girtiyê bi nexweşiya giran Kasim Karataş ku berdana wî du caran hate taloqkirin, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş dibe.
Girtiyê bi nexweşiya giran Kasim Karataş ku berdana wî du caran hate taloqkirin, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş dibe.
Girtiyê bi nexweşiya giran Kasim Karataş ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê tê girtin, tevî pirsgirêkên xwe yên giran ên nexweşiyê jî nayê berdan.
Girtiyê 32 salan Karataş ku du caran berdana wî hate astengkirin, carekê ji dilê xwe emeliyat bû, sê caran anjiyo bû, nexweşiyên xwe yên hîpertansiyon, şekir û nexweşiya piştê heye. Rojane 12 caran derman dixwe, di nava çend salên dawî de gelek caran spazma dil derbas kir. Li girtîgehê nikare rabe ser xwe û bi rêya hevalên xwe yên li koxûşê dijî.
Diviyabû di 2'ê Tebaxa 2023'an de Karataş bihata berdan, lê belê ji ber ku poşman nebû her tim bi îdîaya 'rewşa nebaş' destpêkê 2'ê Mijdarê nehat berdan. Bêyî hinceteke qanûnî berdana Karataş heta 2'ê Sibata 2024'an hate taloqkirin.
Keça Karataş Gulistan Karataş ji ANF'ê re axivî û got, "Em ferzkirina poşmaniyê teqez qebûl nakin. Ev sekn ne tenê ji bo Kasim Karataş derbas dibe, ji bo hemû hevrêyên li zindanan derbas dibe."
Karataş anî ziman ku pirsgirêkên tenduristiyê yên bavê wê jiyanî ne û got, "Du rehên dilê wî xitimî ne, di her kêliyê de dikare spazma dil, krîza dil derbas bike. Herî dawî di hevdîtina 21'ê Mijdarê de ji min re got ku ji ber nexweşiya diyabetê jî du hefte ne nikare xwarinê bixwe. Ji bo xwarina diyetê jî rapora nexweşxaneyê pêwîst e, lê belê karek li ser vê mijarê nayê kirin. Rêveberiya girtîgehê daxwaza min a hevdîtinê qebûl kir, lê bi erênî bi encam nebû."
Karataş got, "Kiryarên têne kirin bêedaletiyeke ku ji bo şikandina îradeya hevalên li zindanê têne kirin" û wiha dewam kir, "Yê ku vê dike desthilatdarî bi xwe ye. Armanca wan ji xwe tepisandina me ye, lê em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Bêguman wê rojekê edalet bê. Em li hemberî vê neheqiyê bêdeng nemînin. Heta ku bêdeng bimînin wê rewşa hevalên me yên nexweş ên li zindanê giran bibe. Eger em nebin dengê wan wê gelek jê jiyana xwe ji dest bidin. Divê em bi hev re bikevin nava liv û tevgerê."