Rewşa Dîlana bi bombeya gazê birîndar bû girane

Rewşa Dîlana bi bombeya gazê birîndar bû girane

Xwendekara Zanîngehê Dîlan Dursun ya di encama bombeya gazê ya polîsan de ji serê xwe giran birîndar bû, rewşa wê hêjan nebaşe.

Di encama êrîşa li ser bîranîna Ethem Sarisuluk yê di encama gulebarana polîsan 1’ê Hezîranê di çalakiya piştgiriya berxwedana Parka Gezî li Qada Kizilay ya Enqereyê jiyana xwe ji dest da, polîsan bombeyek gazê li serê xwendekara zanîngehê Dîlan Dursun da û giran birîndar kir.

Dîlan Dursun ku xwendekara pola yekem ya Beşa Xizmetên Civakî ya Zanîngeha Hacettepeyê û endama Kolektîfa Xwendekara ne, di encama kapsula gazê li serê wê ket giran birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Nimune ya Enqereyê. Li vir piştî mudaxeleya destpêkê hate ragihandin ku, hêjan rewşa wê girane.