Rewşa dawî ya vîrûsa Korona

Her diçe li tevahî cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsa Korona dimirin û pê dikevin zêdetir dibin. Hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihişte 400 hezarî. Nêzî 17 hezar kes jî ji ber vîrûsê mirine.

Saziya Tenduristiyê ya Cîhanê têkildarî vîrûsa Korona daxuyaniyek da û got: “Hejmara kesên bi vîrûsa nû ya Korona dikevin ji sedî 85’ê wê Ewropa û DYE, DYE bûye navenda nû ya şewbê.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gutterres ji ber vîrûsa Koronayê bang kir ku hemû xebatên xwe warê cîhanî de bi dawî bikin. Gûtterres ê li New Yorkê daxuyanî da got: “Dawî li şer bînin û em bi nexweşiya ku cîhana me xistiye nava metirsiyê re têbikoşin.

TIRKIYE

Rayedaran ragihand ku li welat hejmara kesê bi vîrûsê ketine gihişte Hezar û 529’an û 37 kes jî mirine. Rêxistinên tenduristiyê radigihînin ku wê hejmara kesên bi vîrûsê ketine û mirine hê zêdetirin.

ÎTALYA

Li Îtalyayê jî 63 hezar û 927 kes bi vîrûsê ketine û 6 hezar û 77 kes jî mirine.

ÎNGÎLTERE

Li Îngîltereyê jî 7 hezar kes bi vîrûsê ketine û 330 kes jî mirine. Seroikwezîr Borîs Johnson got: “Îşev fermaneke hesan li Îngilîzan dikim ku hûn neçarin li mal bimînin.”

ELMANYA

Li Elmanyayê jî 30 hezar û 150 kes bi vîrûsê keitne û tê texmînkirin ku hezar kes din jî li vê hejmarê zêde bibe. Her wiha 130 kes jî mirin.

DYE

Li DYE’yê jî 46 hezar kes zêdetir bi vîrûsê ketine û 580 kes jî mirine. Tê texmînkirin ku 2 hezar kes zêdetir ên nû bi vîrûsê ketibin.

SPANYA

Li Spanyayê jî hejmara kesên bi vîrûsê ketine 40 hezar kes derbas kir. 2 hezar û 700 kes jî mirine.

FRANSA

Li Fransayê jî nêzî 20 hezar kes bi vîrûsê ketine. 860 kes jî mirine.

ÎRAN

Li Îranê jî 24 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 2 hezar kes jî mirine. Her wiha hate ragihandin ku nêzî 2 hezar kesên nû bi vîrûsê ketine.

KOREYA BAŞÛR

Li Koreya Başûr jî ji 9 hezar kesî zêdetir bi vîrûsê ketine, 120 kes mirine. Li welat 76 kesên nû bi vîrûsê ketine.

HOLLANDA

5 hezar kes li welat bi vîrûsê ketine. Bi giştî 213 kes jî mirine.

BELÇÎKA

Her wiha li Belçîkayê jî 500 kes nû bi vîrûsê ketine û li welat bi gitî 4 hezar û 200 kes bi vîrûsê ketine. 120 kes jî mirine.

DANÎMARKA

Li Danîmarkayê jî 100 kesên nû bi vîrûsê ketine. Li welat 1 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine û hejmara kesên mirine jî gihişe 30’î.

AVÛTÛRYA

Li Avûstûrya jî 5 hezar kes bi vîrûsa Korona ketine. 25 kes jî mirine.

ÇÎN

Li Çînê ya ku vîrûs lê peyda bû ji 81 hezarî zêdetir kes bi vîrûsê ketine û 78 kesên nû jî bi vîrûsê ketin. Bi giştî 3 hezar û 277 kes mirine.