Rewşa Bolek û Gokçek giran bû

Rewşa tenduristiyê ya endamên Grûp Yorûm Helîn Bolek û Îbrahîm Gokçek ên di rojiya mirinê de ne giran bû.

Endamên Grûp Yorûm Helîn Bolek 281 roj, Îbrahîm Gokçek jî 278 roj in di rojiya mirinê de ne, ku rewşa wan a tenduristiyê giran bûye.

Bolek û Gokçek di 11'ê Adarê de bi zora polîsan rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Umraniyeyê, lê belê ji ber ku nehiştin bên dermankirin, ew anîbûn Mala Berxwedanê ya ku çalakiya xwe lê didomînin.

Dayika Helîn Bolek Aygul Bîlgî diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya keça wê û Gokçek giran bûye. Bîlgî got, dema dawî Bolek û Gokçek gelekî vedişin û diyar kir, "Berê jî vedişiyan, lê belê piştî hewldana destwerdana bi zorê rewş girantir bû. Ji ber ku sîstema wan xera bû û wê demê gelekî betilîn."

Aygul Bîlgî got, "Zarokên me dimirin, divê tavilê hin tişt bê kirin" û banga piştevaniyê kir.