Rewş li Îmraliyê her tim awarte ye!

Dadweriya Înfazê ya 1. a Bûrsayê biryareke nû da û hemû pêwendiyên nivîskî, mafê telefonê, serdana xizm û parêzeran li hemû girtiyan qedexe kir. Parêzer li ber vê biryarê rabûn, lê daxwaza wan nehat qebûlkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne biryareke nû daye. Dadweriyê ji 2’yê Adara 2018’an de biryara qedexekirina serdêran, pêwendiya bi nivîskî û axaftina bi telefonê û parêzeran û sînordarkirina belgeyên parêzeran ên di vî warî de daye. 
 
Di daxwaza Serdozgeriyê de, ji bo 11 cezayên hucreyê yên di navbera salên 2005-2009’an de li Ocalan hatine birîn û biryara desteya dîsîplînê ya der barê 156 rûpel nameyên wî de, wekî hinceta hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û operasyona Efrînê hatiye nîşandan. 
 
DADWERIYA ÎNFAZÊ DAXWAZ QEBÛL KIR 

 
Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê ku di 2’yê Adarê de daxwaza serdozgeriyê qebûl kir, di biryara xwe ev tişt gotin: “Ji ber ku li welatê me Rewşa Awarte û operasyonên li dijî rêxistinên terorî didomin, dibe ku hikumxwarin di weziyeta pêşengê rêxistina terorî yê PKK’ê de ne, ferman û talîmatan bidin rêxistinên terorî. Li gorî usul û qanûna biryara qebûlkirina daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hatiye dayîn.” 
 
PARÊZERÊN OCALAN ÎTIRAZ KIRIN 
 
Li ser vê biryara Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê, parêzerên Ocalan li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê îtiraz kirin. Parêzeran di îtirazê de destnîşan kir ku ev biryar bi her awayî li dijî hiqûqê ye û xwestin ev derhiqûqî ji holê bê rakirin. 
 
Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê îtiraza parêzeran red kir. Dadgehê biryara Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê bi vî awayî sererast kir: “Heta 6 mehan qedexekirina qebûlkirina dîdaran, heta 3 mehan sînordarkirina pêwendiya bi nivîskî û hevdîtina bi telefonê re, heta 6 mehan qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re û heta 3 mehan sînordarkirina belgeyên wê parêzer bidin.” Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê bi vî awayî biryara Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê erê kir.